Derwêşekî vê serdemê: Têkoşer Botan
Ew çi dilekî wêreke ku di lutkeya çiyayê Zendûrayê de xwe kiriye mertal li pêşiya dagirkeran. Ew zarokê agir û rojê Têkoşer Botan e
Di vê serdema dîrokî de evîna herî mezin di agirê azadiyê de bûyîna lêgerînerekî azadiyê ye. Lewra agir, bi çirûskên xwe hembêz dike çiya û rêwiyên wî. Di nîvê agirê geş de wateya mirinê dibe jiyan. Û kêlî bi kêlî rastiya vê dîrokê di dilê egîdên vî welatê de digihîje çavkaniya evînê, heta bêdawîbûnê…
Di hembêza çiyayan de şerê heqîqetê, zimanê jiyanê dike berxwedan. Di cenga azadiyê de bi sedan ‘Têkoşer’ bi çek û rextê xwe berê xwe didin meydana cengê. Wek pêlên Xabûrê hêrsa sed salan pir bi dijwarî dibe tirsa dilê neyaran. Tola hezaran sala bi çalakgeriya keç û xortên Kurdistanê deng vedide li hemû cîhanê. Gerdûn, bi têkoşîna jiyana azad a keç û xortên gelê Kurd cardin dibîne ku afirandin bûyereke bêhempa ye. Ji ber ku gelê Kurd, zayîna xwe bi kedeke bêhempa diafirîne. Ne hêsan e ku ji nava agir jiyanek nû biafirîne. Lê cengawerên vî welatî bi kedekî mezin di oxira welat û jiyanek azad de di nava şoreşê de şoreşek dîtir ava dikin. Lewra bi fedakirina giyanên xwe re gav bi gav astengiyên li pêşiya jiyana azad ji holê radikin.
ÇALAKVANEKÎ XURT Ê CENGA XABÛRÊ
Heke em dixwazin bigihîjin wateya jiyana evîndaran divê mirov baweriya wan a ji serketin û azadiyê têbigihêje. Ew çi însan e ku li hember bi tonan giranahiya bombardimanan cardin radihêje klêşa xwe û dibarîne hêrsa xwe ya salan. Ew çi laş e ku di nava dorpêça zaliman de, bi serbilindî dikşîne pîmê bombayên xwe û dibe xofa dilê zilimkaran. Ew çi dilekî wêreke ku di lutkeya çiyayê Zendûrayê de xwe kiriye mertal li pêşiya dagirkeran. Ew zarokê agir û rojê Tekoşer Botan e…
Di Cenga Azadiyê de sonda serketinê dide û dibe çalakvanekî xurt ê Cenga Xabûrê. Bi kedeke bêsînor li rêyên dûr û dirêj têkoşîna tolhildanê dimeşîne. Kelecana dilê wî, dilsoziya wî ya hevaltiyê re her pêngavekî wî watedar dike. Ti carî nikare xwe bêyî bilindahiya çiyayan bifikire. Çawa ku dara jiyanê rehên xwe bi axê re dike yek, çiqasî bê şewitandin, qut kirin jî rehekî pir biçûk jî bimîne cardin şîn dibe, tovên xwe belav dike, Têkoşer jî dara xwe ya jiyanê di zinarên Zendûrayê de, li berpala Kestê mezin kiribû. Bi sedan caran agir barî ji asîmanan, şewîtin wargeha jiyanê, di hembêza dayîkê de qîrînekî dijwar heta digihîşt Zagrosê, mij û duman dipêçan quntarên Zendurayê. Dem dibihure, hêdî hêdî bayê biharê tê, bi xwe re dibe mij û duman. Û jiyan, dar hîn li ser linga ye, bê sekin cardin şaxên xwe bilind dike ber bi zinarên asî ya Zendurayê ve. Dar û quntarên Kurdistanê hemû berhema jiyanê ne. Ji vê berhemê gerîlayên nûjen ji bo zayîna xwe têdikoşin. Natirsin. Ji ber ku dizanin wateya mirinê; bê çiya, bê roj, bê xweza, bê heval jiyan e. Ew zarokên agir û rojê ne. Di bilindahiyan de fêrî jiyanê dibin. Heval Têkoşer jî hebûna xwe di çiyayan de nas dike.
DILDARÊ KURDISTANÊ TÊKOŞER JI ŞENGALÊ HETA ZENDÛRAYÊ CENGA AZADIYÊ DIKE
Axa pîroz a Kurdistanê her dem ji cengawerên dil pola re bûye stargeh. Têkoşer Botan yek ji wan cengaweran bû ku baweriya xwe ji ronahiya rojê û hêza xwe ji Êzîdxanê digirt. Her ku li çiyayên bilind dinêrî evîna wî ya jiyanê mezintir dibû. Weke Derwêş li hespê boz siwar dibû û berê xwe dida meydana cengê. Ev eşqeke wiha mezin bû ku erd û ezman matmayî dima. Bi vê eşqa jiyanê, Têkoşer berê xwe da nava cenga dijwar. Dildarê Kurdistanê Têkoşer bi azweriya azadiyê soz dabû ku tola salan ji zilimkaran bistîne. Lewra ew, li Şengalê li axa herî pîroz bihîstibû qirîna jinên ku xwe ji zinaran avêtibûn, dîtibû bi sedan zarokên ku di hembêza dayîkan de ji tîhna jiyana xwe ji dest da bûn. Di wan demên agir de yên ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê dikir rastiya gelê berxwedêr dibîne û ji çiyayên Şengalê berê xwe dide xeyalên xwe. Rêwîtiya bêdawî hîn ji warê Derwêşan dest pê dike. Heta digihêje çiyayê bilind ê Zendûrayê. Gav bi gav rastiya jiyana xwe ew bi xwe dinivîse. Azweriya wî ya bi jiyana azad re di her kêliyê de kelecana dilê wî û rûgeşiyê wî zêdetir dike. Di şoreşa gelan de wek navê xwe têdikoşe.
Bi cesaret û egîdiyekî bêhempa di rûpelên dîrokê de cihê xwe digre. Ciwanê dilwêrek Têkoşer li lat û zinarên Zendûrayê dibe destan. Zinarên Kestê bû şahidê evîna wî ya mezin. Di hembêza Zendûrayê de berxwedêrekî dilpola bû tirsa herî mezin ya dagirkeran. Gelo ma li hember hezaran leşkeran çi di destê wî de hebû? Bêguman wî dil û mejiyê xwe gihandiye rojê. Di serdemeke wiha ji agir de zayîna xwe pêk danî. Her der dişewite, agir belav dibe, ji ezmanan agir berdane ser Zendurayê. Lê xema nexwun. Ew hêj li ser piya ye. Hîn bi heybeta xwe çavan tijî dike, dilên evîndar bixwe dihesîne ji ber ku sewdaliyên wê bêhejmar in. Bi hezaran Têkoşer hene li quntar û berpala çiyayên Zendûrayê.
TÊKOŞÎNA AXÎN-BEHDÎNAN