TAJÊ civîna xwe ya 6 mehan li darxist

Li Şengalê Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) civîna xwe ya 6 mehan li darxist, di cîvînê de jinan xebatên xwe yên 6 mehan nirxandin. Her wiha rewşa Şengalê û geşedanên li herêmê nîqaş kirin.

Her 6 mehan carekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi tevahî endamên xwe re kar û xebatên xwe dinirxîne.  Ji ber şert û mercên korona civîn îsal li dû cihên cûda pêkhat. Yek ji wan navenda Şengal û ya din jî li Meclisa Gel ya Gundê Guhbel pêkhat.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Civîn ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sebîha Sebrî, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ranya Îdo û endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Şengalî ve hate bi rêve birin. Axaftina despêkê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ve hate kirin.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî di despêka gotinên xwe de tevahî şehîdên fermanê û her wiha Şehîdên 16 û 17’ê Tebaxê yên kû ji aliyê dewleta Tirk bi êrişên balefiran şehît ketine bi bîr anî û ev nirxandin kir “ Weke Tevgera azadiya Jinên Êzidî di demek wiha de, bi taybet meha Tebaxê de kû ji me tevan re meheke reşe, civîn li darxsitin sekena me ya li beramberî dagirkeran dide diyar kirin. ev civîn û xebatên me bi serê xwe bersive ji tevahî dijminên me re.”

Sabiha sebrî di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser êriş û pilanên li ser pêşengên civaka Êzidî û wiha got: “ Dijminên me di ferqa pêşketin û hêza gelê me de ye ji bo wê ye kû pêşengên me dikin armanc. Dixazin kû civaka me bê pêşeng bihêlin, ji bo wê ye kû di vê rêyê de hevalê Zerdeşt, Mam Zekî û herî dawî jî Hevalê Seîd kirin Armanc.”

Li beramberî êrîşên dewleta Tirk yên kû perçeyek ji peymana 9’ê Cotmehê ne Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sabîha Sebrî berxwedana bê hempa ya  gelê Şengalê ya di pêşengtiya Dayikên Şengalê de tê meşandin jî nirxand û got: “Li bermberî tevahî pilan û êrişên dagirkeriyê yên li ser vîn û bawerî ya me, hertim dayikên em bûne xwedî seknek bi hêz li bermberî dujmin. Li Şengalê tişta li bermberî êrişan bilind dibe dengê qêrinên dayikên meye, dengê dûruşmên wan yên ji bo serkeftinê ye û ya hêz û taqetê dide me biryardariya dayikên me ne.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zehrê Reşo di civînên de bal kişand ser pilanên li dijî bawerî û daxwazên gelê Êzidî û wiha got: “Siyaseta niha tê meşandin heya niha li ser fermandar û pêşengên me tên meşandin. Em di ferqa êrişên dijmin û daxwazên wan de ne. Li şengalê, Başurê Kurdistan û derveyî welat tev dixwazin ku me tune bikin. dixwazin çanda me û baweriya me tune bikin. ji bo wê bangawaziya min ji tevahî gelê Êzidî re heye ku em xwedî li hev derkevin û ji bo mafên xwe em têbikoşin. Şehîdên xwe xwedî derkevin. Weke jinên Şengalê çiqas em ked bidin em kêm dibînin, em soz didin tevahî Şehîdên fermanê û tevahî Şehîdên Şengalê kû emê xwedî  lî berxwedana wan derkevin.”

Di civîna kû nunerên hemû şaxên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî beşdar bûyîn de tevahî xebatên 6  meha yên tevgerê hatin nirxandin.  Jinan di nirxandinên xwe de dan diyar kirin her çiqasê pêşengiya pêvajoyê kiribin jî lê wê ji bo pêvajoyên bên de bi awayê herî çalak beşdarî kar û xebatan bibin û tekoşîna xwe ya li bermberî êriş û pilanên li ser vîn û bawerîya civaka Êzidî mezintir bikin.

ROJNEWS- ŞENGAL

Show More
Back to top button