Şandeya Dîplomasî li Silêmaniyê ye

Hate ragihandin ku Şandeya Dîplomasî ku ji nûnerên PADÊ, TAJÊ û Encûmena Eşayîrî ya Şengalê pêktê, li Silêmaniyê ye û hevdîtinan pêk tîne

 

Şande di derbarê rewşa Şengal û gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de li gel Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya ye.

Şande bi awayek cûda cûda li gel her yek ji UNAMI û Hizba Yekgirtûy Îslamiya Kurdistanê civiya ye.

Şande destpêkê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê li gel UNAMI civiya. Piştre jî serdana baregeha Yekgirûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di derbarê naveroka civînan de Nûnerê PADÊ yê Silêmaniyê Silêman Şengalî, daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Armanca şandeyê ewe ku deng û daxwazên Êzidiyan ên li ser lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê û gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, bigîne aliyên cûda.”

ÇAVKANÎ: SİLÊMANÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button