‘Li her deverê Kurdî biaxivin’

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê ji niha gelek bangawazî û daxwuyanî hene. Îro jî gelek saziyan ji bo Roja Zimanê Makî yê Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku Kurdî li her deverê were axaftin

Kurd Pen, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), Komeleya Wêjekarên Kurd (KED), Komeleya Med û Birca Belek bi hev re daxwuyanîyek  dan û xwestin herkes xwedî li zimanê dayikê derkeve û got wê 19’ê Sibatê li Amedê werin cem hev.

Di daxuyaniya hevpar de zimanzan Alî Kerîm Huseîn axivî û got Kurdî li cografyaya Rojhilata Navîn yek ji zimanê herî dêrîn e û wiha pêde çu: “Heke perwerdeya bi zimanê makî bibe wê Kurdî bibe yek ji zimanê herî pêşketî. Mirov dikare di Kurdî de li rabirduya zimanên cîhanê bigere.”

Di daxuyaniyê de bang li dê û bavan jî hate kirin ku berê zarokên xwe bidin qursên Kurdî û xebatên çandî.

Her wiha hate xwestin ku ne tenê li nav malê li hemû qad û xebatên nav jiyanê de bi Kurdî were axaftin, rojname û kovarên Kurdî werin şopandin, li ser înternetê jî malperên Kurdî were xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin divê Kurd bikaribin bi azadî zimanê xwe bi kar bînin û ji bo astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin têbikoşin.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button