Bo bîranîna Êzidiyên ji tîna jiyana xwe ji dest dane av hat belavkirin

Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, ji bo Êzidiyên ku dema ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê direviyan,  di rêyan de ji ber nebûna avê jiyana xwe ji dest dabûn, av li welatiyan hat belavkirin.

Îro salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Li tevahî Şengalê ev roj bi xemgîniyek mezin tê pêşwazîkirin. Di çavên her şêniyek Şengalê de êz û azara wan rojan û xemgîniya ji ber windahiyên xwe tê dîtin. Di fermana 2014’an ku piştî permergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê xwe paşve kişandin û Êzidî bi tenê hiştin pêk hatibû de, bi hezaran Êzidî bibûn qurban, di gorên komî de hatibûn veşardin, bi hezaran hatibûn revandin, bi sed hezaran koçber bibûn û li ser rêyan bi sedan kesan ji tîna û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî li tevahî Şengalê gorên komî yên nehatine vekirin hene. Bi hezaran jin û zarokên hîn di lepên çeteyên DAIŞ’ê de mane hene. Bi hezaran zarokên sêwî mayî hene.

Bi boneya salvegera fermanê, ji bo bîranîna qurbaniyan, îro çalakiyek watedar li çar aliyên Şengalê pêk hat. Welatiyan ji bo bîranîna kesên ku dema dixwestin ji deste çetêyên hov xwe xilas bikin, di rêya revê de ji ber bê aviyê jiyana xwe ji dest dabûn, av belav kir. Di vê çarçoveyê de li bajaroka Sinûnê jî hêjmarek cîwanên Êzidî li çarxêreya Mam Zeki li kesên ku derbas dibûn av belav kir. Bi sedan seyare li ber cîwanan sekinîn û ji destê cîwanan ava sar girtin.

Çalakiya av belavkirinê wê heta êvarê dom bike.

Di dema fermanê de di bin germahiya meha Tebaxê de ji tirsa hovitiya çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidiyan berê xwe dabûn çiyayê Şengalê. Li hinek herêman hêzên HPG, YPG’ê xwe gihandîbûn hewara xelkê û av belav kirîbûn, lê belê li gelek cihan jî av ne gihîştîbû û di rêyan de gelek, zarok, jin, pîr û kalan jiyana xwe jidest dabû.

ROJNEEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button