Hisên Sado: Gelê Şengalê dikare bi dengên xwe guhertinên mezin çêbike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado destnîşankir ku di hilbijartinên Iraqê de yek ji herêmên girîng Şengale û got: "Pêwîste ji her kesî zêdetir xelkê Şengalê beşdarî hilbijartinan bibin û bêhêvî nebin da ku em karibin nûnerê xwe yê rast biser bixin. Xelkê me dikare bi dengê xwe guhertinên mezin çêbike."

Ji bo roja dengdanê ya hilbijartinên parêzgehên Îraqê 3 roj bi tenê man, hemû aliyên siyasî û namzetên serbixwe di pêvajoya bangeşeya hilbijartinê de ne. Rêveberiya Xweser ya Şengalê û PADÊ jî bi 4 namzetên bi ser hevpeymaniya Yekîtiya Gelên Nînovayê beşdarî hilbijartinê dibin û dixwazin nûnerê rast yê xelkê Şengalê bi dengê Şengaliyan biçin Encûmena Parêzgeha Mûsilê.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado têkildarî pêvajoya hilbijartinê ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku ev hilbijartin ji her derê zêdetir ji bo xelkê Şengalê girînge û banga çûna ser sindoqan li xelkê Şengalê kir.

‘Wê hilbijartin pêk vardı’

Hisên Sado di destpêka axaftina xwe de destnîşankir ku ji bo hilbijartina parêzgehan demeke kurt maye û derbarê gotegotên li ser betalbûna hilbijartinê ev nirxandin kir: “Beşek ji xelkê wekî ku ev hilbijartin pêk neyên nêz dibin. Pêwîste xelkê me bi wê baweriya ku hilbijartin wê pêk werin nêz bibe. Ji ber hemû aliyên siyasî yên li Iraqê bi hemû hêza xwe kar dikin da ku ji bo di hilbijartinê de serkeftinê bidest bixin.”

‘Pêwîste Gelê Me bi Hêviyeke Mezin Biçe Ser Sindoqan’

Hisên Sado da zanîn ku li Şengalê rojeva hilbijartinê germe û namzetên Rêveberiya Xweser ya Şengalê de her alî de kar û xebatên xwe berdewam dikin û wiha berdewam kir: ”Em wekî Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî rewşê ji nêz ve dişopînin û di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartin wê bi serkeftî derbas bibin. Li ser vî esasî em bang li xelkê xwe dikin beşdarî di pêvajoya dengdanê de bikin û biçine ser sindoqan. Em dizanin heya niha li Iraqê ti hilbijartin bi şêwazekî demokratîk birêve neçûne û di hemû hilbijartinan de hîle hatine kirin. Lê dîsa jî pêwîste ji her kesekî zêdetir em wekî xelkê Şengalê beşdarî hilbijartinan bibin û bê hêvî nebin da ku em karibin nûnerê xwe yê rast biserbixin.”

‘Di Hilbijartinê de Hek ji Herêmên Girîng Şengale’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a şengalê hisên Sado balê kişand ser girîngiya Deşta Nînovayê û bi taybet jî ya Şengalê û got: ”Di van hilbijartinan de yek ji herêmên herî giring Şengale, xelkê me dikare bi dengê xwe guhertinên mezin çêbike lê ji bo xelkê me yê di nava kampan de jî em dizanin zext li ser wan hene û ewê nikaribin bi azadî dengê xwe bidine kesên ku bi rastî nûnertiya wan dikin.”

Hisên Sado di dawiya nirxandina xwe de bibîr xist ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê û PADÊ bi ser hevpeymana Yekîtiya Gelên Nînovayê beşdarî hilbijartinê dibin û wiha behsa hedefên vê tifaqê kir: “Ji ber ku li Şengalê hedefa me yekîtiya hêz û aliyên siyasi ye, em di wê baweriyê de ne ku dengê xelkê Şengalê wê ji tu aliyên derve re neçin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

14/12/2023

Show More
Back to top button