Şehên Mihemed: Jinên Êzidî yên ji dest DAIŞ’ê rizgar bûne di rewşek gelek xirab de ne

Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed, eşkere kir ku jinên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ji aliyê Hikûmeta Herêm û Iraqê ve ti alîkariyek bi wan re nehatiye kirin.

Roja 1’ê Adara 2021’an Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan yasaya ‘Keç û jinên Êzidî yên ji dest DAIŞ’ê rizgarbûne’ erê kir. Armanca derxistina vê yasayê ewe ku jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, tazmînata wan were dayîn, carek din werin vegerandina nava civakê û derfetên baş ên jiyanê jêre werin peydakirin. Lê heta niha ev yasa nehatiye bicihanîn.

Ji piştî ku Şengal ji aliyê hêzên HPG’ê, YBŞ û YJŞ’ê ve hatî rizgarkirin ve 1213 jin ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Tevî ku yasaya girêdayî van jinên hatine rizgarkirin, li parlementoyê hatiye erêkirin jî, lê heta niha jinên hatine rizgarkirin ti tazmînatek wernegirtine. Heta niha jî jinên rizgarbûne di metirsiyê de ne û di rewşek xirab ya derûnî û tendirustî de dijîn.

Derbarê vê mijarê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed ji Rojnews re axivî.

Şehên Mihemed da zanîn çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewletên dagirker bi taybetî jî dewleta Tirk êrişê ser Şengalê kir û dagir kir. Şehên got: “Êrişa li ser Şengalê birînek kûr di dilê gelê Kurdan de çêkir. Dema ku komkujî pêkhat, beşek zêde ya jinên Êzidî wek koleyan di bazaran de kirîn û firotin pê hatin kirin û heta niha jî ev kirîn firotina wan berdewame.”

Şehên Mihemed di dewamê de got ku cihê keyfxweşiyê ye niha jinên Êzidî bi felsefeya hevjiyana azad di rêveberiya xweser de pêşengtiyê dikin û wiha dom kir: “Ciwanên berxwedêr li beramberî dagirkeran derdikevin, jinên Kurd di hemû qonaxên dîrokê de cihê wan diyar bûye û jinên Êzidî jî berovajiyê beriya 2014’an famkirine ku mirov tenê bi nasnameya azad dikare xak û nasnameya xwe biparêze.”

Hevseroka Tevgera Azadî Şehên Mihemed eşkere kir ku Şengal bi destê PDK’ê hat firotin, ji ber wê hat dagirkirin û komkujî li xelkê wê hat kirin. Şehên got, ji ber vê yekê xelkê Şengalê yekgirtina xwe çêkirin û biryara xwerêvebirinê dan û ji bo Kurdistanê bûn mînakek ciwan.

Di dirêjiya axaftina xwe de Şehên Mihemed got:“Wek jinên Başûrê Kurdistanê berpirsyartiyek mezin dikeve li ser milê me daku piştgiriya rêveberiya xweser a Şengalê bikîn. Jin bibin pêşeng ji bo çareserkirina vê rewşa ku jin li Başûrê Kurdistanê têde derbas dibin.”

Di derbarê jinên hatine rizgarkirin de jî Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed got: “Jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bi ti rengî ne ji aliyê Hikûmeta Iraqê nejî ya Herêmê ve tazmînata wan nehatiye dayîn. Lê rêxistinên jinên azad li Şengalê bi hevkariya hin rêxistinên cîhanî yên mafê mirov, hevkariya jinên Êzidî kirine daku ji rewşa heyî rizgar bibin.”

MEHRAN REMEZAN-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button