Geşedanên dawî ji Şengaliyan re hatin ragihandi

Gelê Şengalê di civînekê de li geşedanên dawî yên li herêmê, jiyana welatiyên Êzidî yên li kampên koçberan û vegera wan ji bo Şengalê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hat agahdarkirin

 

https://www.youtube.com/watch?v=TbrOKGP17nE

 

Civîn bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan  (PADÊ) li avahiya Meclîsa Gel a  bajarokê Xanesorê ya Şengalê pêk hat.

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman ku di civînê de axivî, derbarê rewşa Şengalê, polîtîkayên dijî herêmê tên meşandin, geşedanên li Iraq û Rojhilata Navîn, êrîşên dagîrkeriyê yên deweta Trik li ser Başûrê Kurdistanê re, agahdarî û nirxandin kirin. Zehra Silêman destnîşan kir ku planên dijî Şengalê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker, metirsiyên mezin ên li ser herêmê ne, lewma pêdivî heye ku tevahiya civaka Êzidî bi yekrêzî tevbigere, têkoşîn bike.

Di civînê de li şewata ku li kampên koçberên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê derdikevin jî hat rawestîn û vegera gelê koçber, alîkariya ku ji bo wan bê kirin hat gotubêjkirin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî di civînê de hatin nirxandin. Axaftvanan bibîr xistin ku êrîş bi armanca dagirkirina tevahiya herêmê tên meşandin û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dijî dagirkeriyê helwest nîşan bide.

Welatiyên ku tevlî civînê bûne jî, nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.

Show More
Back to top button