Ji KCK’ê peyama Çarşema Serê Nîsanê: Xweparastin û birêxistinbûyîna xwe mezintir bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî, Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Êzidiyan pîroz kir. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got; "Gelê me yê Êzidî, cejneke din a Çarşema Serê Nîsanê, bi berxwedan û têkoşîna li dijî hêzên faşist, qirker, xayîn û hevkar pîroz dike. Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku bila ji bîr neke ku hêj xetera qirkirinê ya li ser, ji holê ranebûye, bila xweparastin û birêxistinbûyîna xwe ya civakî mezintir bike; di serî de birêxistinbûnên jin û ciwanan, bila hêzên xweparastinê, meclîsên gel, sazî û rêxistinên xwe yên civakî mezin bike."

Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistan (KCK), destnîşan kir ku Êzidî çiqas bi rêxistin bibin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, li ser axa xwe hêza xwe ya parastinê bi pêş ve bibin wê jiyana xwe misoger bikin û diyar kir ku ji her demê bêhtir pêdivî bi xwebirêxistinkirinê heye.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê me yê Êzidî cejneke din a Çarşema Serê Nîsanê di atmosfereke welê de pîroz dike ku li warê xwe her roj xwe jinûve vedijîne, ji bo nirxên xwe yên çandî yên qedîm bi pêş ve bibe, têdikoşe. Bi vê wateya xwe, em cejna gelê xwe yê Êzidî ku bi awayekê xurttir bi nirxên xwe yên çandî digire û bi gavên ji xwe bawer, ber bi paşeroja azad ve dimeşe, pîroz dikin. Her wiha li Kurdan hemûyan jî pîroz be ku îro bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin, hêviya me ew e ku cejn bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî û xwişk û biratiyê ku hesreta hemû gelên herêmê ye. Me hêvî ew e ku kêf û coşa vê cejnê bibe vîn ji vîna gelê Êzidî re, bibe hişmendî ji hişmendiya gelê Êzidî re, bibe birêxistinbûyîn ji birêxistinbûyîna gelê Êzidî re.

Gelê me yê Êzidî, cejneke din a Çarşema Serê Nîsanê, bi berxwedan û têkoşîna li dijî hêzên faşist, qirker, xayîn û hevkar pîroz dike. Gelê me yê Êzidî ku bi berxwedan û têkoşînê yekcar hişmend bûye, kariye bibe civakeke birêxistinkirî, berxwedan û vejîneke zêdetir li Çarşema Sor bar dike û pîroz dike. Bi vê wateya xwe, bi taybetî bi bipêşveçûyîna berxwedana ku navend Şengal e, têkoşîna azadiyê ku tê kirin, Êzidî di nava gelên cîhanê de bûne xwediyê cihê ku heq dikin. Gelê me yê Êzidî, tevî hemû êrîşên bi hişmendiya qirkirinê hatine kirin, civakeke ku geşedanên mezin afirandine. Bi taybetî jî civaka Êzidî ku li Şengalê ye, bi asta hişmendiyê ku gihîştiye, li dijî gef û êrîşa li dijî hebûna xwe ya azad bi berxwedan û têkoşînê bersiv daye. Di serî de jin û ciwan, civaka Şengalê, ji bo jiyaneke azad têkoşîn kiriye. Bi vê wateya xwe jî,  Çarşema Serê Nîsanê, Cejna Îmanê yekcar watedar dike.

Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku bila ji bîr neke ku hêj xetera qirkirinê ya li ser, ji holê ranebûye, bila xweparastin û birêxistinbûyîna xwe ya civakî mezintir bike; di serî de birêxistinbûnên jin û ciwanan, bila hêzên xweparastinê, meclîsên gel, sazî û rêxistinên xwe yên civakî mezin bike. Di pêvajoya em tê de ne, ewqasê ku pêdiviya Êzidiyan bi xurtkirina birêxistinbûna xweparastinê heye, bi tu tiştekê din nîn e. Mijareke esasî ku pêdivî pê heye, têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê ye. Bi gelek piştgiriya PDK’ê ku di xeta xiyanetkar û hevkar de israr dike, Fermana 74’emîn ku li Êzidiyan hat rakirin xuya bû ku bi rastiyeke gelek rêxistinkirî ku xwe biparêze, dikare nirx, çand, bawerî û hebûna xwe biparêze. Ji wê boneyê, jinên Êzidî, ji bo heyfa xwe ji van hêzên qirker, faşist û xayîn û hevkar bistînin, divê asta herî bilind bidin ber xwe û têbikoşin. Wek ku heyfa xwe ji hêzên qirker, faşist û xayîn bistînin, divê jin pêşengtiyê ji birêxistinkirina meclisa gel a Şengalê, meclîsên jin û ciwanan re bikin.

Bi wesîleya cejna Çarşema Sor, em dixwazin diyar bikin ku; gelê Êzidî her ku xwe birêxistin bike, xwe bi xwe bi rê ve bibe, wê bibe hêz, hêza xwe ya parastinê çiqas li ser axa bi pêş ve bibe, wê jiyana xwe misoger bike. Ji wê wesîleyê em cardin bi bîr dixin ku ji her deme bêhtir pêdivî pê heye ku divê mirov giraniyê bêhtir bide ser birêxistinbûnê û dibêjin ku em sala 2023’yan bikin cejina mezinkirina YBŞ-YJŞ û hêzên asayîşa Şengalê. Bi taybetî bi berxwedana gelê Êzidî ya li Şengalê, rê li ber gelek geşedanên mezin vebû, ji gelê Êzidî re ku li her dera cîhanê dijî, bû hêvî û kir ku bibe xwedanê moral û motîvasyonê û têbikoşe. Geşedanên di warê civakî de li Şengalê derketin holê, guherîn û veguherîna çêbû, vîna civakî ku bi pêş ve çû, ji bo Êzidiyên li her dera cîhanê bû îlham. Dijmin bi guherîn û veguherîn û bipêşveçûna gelê Êzidî ya di vî warî de, diqehire. Lewma divê mirov tu car ji bîr neke ku xetera êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî heye û divê mirov xwe bi rêxistin bike.

Di pêvajoya hilbijartinê de ku li pêşiya me ye, em dixwazin bi bîra jinên Êzidî ku li her dera cîhanê dijîn bixin ku ji bo bibinxistina dewleta AKP-MHP’ê ya faşist, qirker û neyara baweriyan, erk û berpirsyariyên wan jî hene. Em dixwazin bibêjin, baweriya me pê he ye ku di vê pêvajoya hilbijartinê de ku gelê me yê Êzidî dikare wek fersenda pirsîna hesabê qewamên bi serê gelê Şengalê de hatiye, bibine,

Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo gel û baweriyên li Kurdistanê, bi hev re, bi nirxên xwe yên çand û ziman bi azadî bijîn, gelek bedelan dide û têdikoşe. Gelê me yê Êzidî, ji serê serî ve di nava vê têkoşîna birûmet de bûye û bedel dane. Bi têkoşînê re, gelê me yê Êzidî, bi nasnameyên bawerî û gelan re bi hişmendiyeke watedar û kûr hatiye ba hev. Bi bîrdoziya Rêber Apo, di serî de nirxên ku şehîdên me ji me re hiştine, bi xwedî derketina li nirxên hemû bawerî û nasnameyên xwe, heta ku gelên Kurdistanê azad bibin, ev têkoşîn wê bi PKKPÊŞENGTIYA ‘ê berdewam be. Em, bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku cihê xwe di nava vê têkoşînê de ji niha û pê ve jî bi awayekê xurttir û birêxistintir, bigire. Bi wesîleya vê cejnê, em cardin dixwazin destnîşan bikin ku divê Êzidî bi hev re bibin yek. Em bawer in ku wê oldarên Êzidî jî wê erka xwe ya dîrokî careke din bi serketin, bi cih bînin û cejna wan pîroz dikin. Em tevger, bi hest û hiziran, cardin cejna gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman ku kir em bikarin vê cejnê li cihekê wiha pîroz bikin, bi bîr tînin, em cardin soz didin ku em ê ji bo serketina doza ku ji bo wê canê xwe dane, em ê têkoşîna xwe geş bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button