Peyama YBŞ’ê ya ji bo Çarşema Serê Nîsanê: Deskeftî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin

YBŞ'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi daxuyaniyekê pîroz kir û hate gotin; "YBŞ'ê destnîşan kir ku bi misogerkirina Xweseriyê re wê cejna Çarşema Serê Nîsanê hîn bi wate bikin. Di peyamê de ev bang li civakê hate kirin: "Li dora hev bibin xelek û destketî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin."

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

Di peyamê de qala wateya cejnê hate kirin û hate ragihandin ku ew her sal vê cejnê weke destpêka jiyaneke nû pêşwazî dikin. YBŞ’ê işaret bi êrişên li ser civakê, plan û lîstikên qirêj kir û destnîşan kir ku armanc ji van êriş û planan tunekirina bawerî, ol û pîroziyên Êzidiyan e.

Di peyamê de hate gotin; “Dixwazin bi vê yekê di şexsê civaka me de hemû nirxên mirovahiyê tune bikin e. Lê belê tevî hemû van êriş û planên qirêj civaka me ji baweriya xwe ne hatiye qutkirin berovajî vê bi mezintir temsîliyeta mirovahiyê kiriye.”

YBŞ’ê ragihand ku ji bo cejn bi kêfxweşiyeke bilind bê pîrozkirin, berdêlên giran hatine dayin û got, “Bi vîna ku piştî fermanê hate afirandin, 9 sal in civaka me bi têkoşîneke bêhempa vê rojê pîroz dike.”

YBŞ’ê destnîşan kir ku bi misogerkirina Xweseriyê re wê cejna Çarşema Serê Nîsanê hîn bi wate bikin. Di peyamê de ev bang li civakê hate kirin: “Li dora hev bibin xelek û destketî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin.”

Di dawiya peyama YBŞ’ê de cangoriyên Êzidxanê bi rêzdarî hatin bîranîn û cejn li lehengan, malbatên şehîdan, gel û hemû hevrêyan hate pîrozkirin.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vê peyamê bi dawî bû:

“Weke YBŞ û YJŞ em car din wê sozê didin ku bi yekitî û tifaqa gelê xwe ve em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê û afirandina jiyanek azad.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button