Şehîdên Şengalê bi merasîmek bi heybet spartin axê 

Cenazeyên Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, gihişt Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û bi merasîmek girseyî spartin axê.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an de li navenda Şengalê li rêya sûka kevin wesayîtek YBŞ’ê bombebaran kir. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûne.

Cenazeyên Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda piştî ku veguhestin nexweşxaneya Şengalê, ji bo otopsiyê birin Musilê. Cenazeyên Seîd Hesen û Îsa Xwedê de di vegera otopsiyê de li ser riya Telafer ji aliyê sedan kesan ve bi karwanekî seyareyan hatin pêşwazîkin.

Cenaze piştre bi karwanê seyareyan birin mala malbatên Hesen û Xwedêda. Piştre jî cenaze bi karwanekî mezin û tevlibûna hezaran kes birin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê.

Cenazeyên her du şehîdan bi tevlibûna hezaran kesan û li darxistina merasîmek leşkerî dibin dirûşmên “Şehîd namirin” de spartin axê. Di merasîmê de li ser navê saziyên Şengalê axaftin hatin kirin û soza şopandina têkoşîna şehîdan hat dayîn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button