Heso Ibrahîm: 73 fermanên ku me dîtine mafê xweseriyê dide me!

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Heso Brahîm diyar kir ku destekariyên li Iraqê û bi taybet xiyaneta PDK'ê rê nade ku Şengal bibe xwedî statu û ji bo sala nû ev peyam da: "Hedefa me ew e ku em Rêveberiya Xweser bi dinyayê bidin qebûlkirin. Destûra Iraqê mafê xweseriyê dide, lê jê girîngtir 73 fermanên ku me dîtine mafê xwe parastin û xwerêvebirinê dide me.''

Di sala 2022’an de têkoşîna herî mezin a civaka Êzidî, avakirin û parastina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û hikumeta Kazimî bênavber êrîşî hêzên parastinê û saziyên xweseriyê kirin. Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Heso Brahîm geşedanên salê, berxwedana xweseriyê û hedefên sala nû ji ajansa me re nirxandin.

Heso Brahîm di destpêka nirxandina xwe de diyarkir ku di 2022’an de li cîhanê û Rojhilata Navîn gelek pêşketin çêbûne û wiha got: “Çawa ku di 2014’an de gelek hêz pîlan danîn ser civaka Êzidî ku hebûna wê tine bikin, di sala 2022’an de jî pîlanên wisa danîn ku gelê me koçber bibe, nasnameya wê tine bibe. Gelek êrîş çêbûn lê me li ber xwe da û saleke serkeftî bû ji bo me.”

Heso Brahîm destnîşankir ku hêzên herêmî û navneteweyî hewl didin ku di sala sedan a salvegera danîna sînorên Rojhilata Navîn de destekariyên nû bikin û wiha berdewam kir: ”Şengal jî weke coxrafya li ser rêyeke stretejîk e. Iraq di serdema Kazimî de, bi nav hebû. Herkes bi dilê xwe kete Iraqê de û bi dilê xwe jê derket, li nav axa Iraqê çekên kimyewî li ser gerîlayên azadiyê hatin bikaranîn. Iraqê nekarî sînorê xwe biparêze û rê li ber Tirkiyê û PDK’ê bigire. Ne ji ber PDK’ê bûna Tirkiyê nekarî çekên qedexe bikar bîne.”

‘Kazımî, PDK û Plasschaert bi hev re tevgeriyan’

Heso Brahîm bibîrxist ku di Bihara 2022’an de artêşa Iraqê bi fermana Kazimî êrîşî Şengalê kir û wiha pê de çû: “Di Nîsana 2022’an de êrîş destpêkir û meha Gulanê li Sinûnê û Dîgurê şer çêbû. Di van êrîşan de me ev fam kir, Iraq me Iraqî nabîne. Kazimî bi nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Plasschaert re tevgeriya, nûnera NY’yê li şûna ku mafên civaka Êzidî biparêze rojane li gel dewleta Tirk, PDK û Kazimî bû. Ruxmê van hemû êrîşan jî em bi baweriya xwe li ser axa xwe ne û Rêveberiya Xweser îro xwediyê Şengalê ye.”

Heso Brahîm diyarkir ku ji ber êrîşên li ser Şengalê divê Kazimî were dadgehkirin û sedemên vê yekê wiha şîrove kir: “Çawa di 2014’an de kesên weke Barzanî bûne sedem ku civaka me rastî qirkirinê were, sala 2022’an jî bi desteka PDK’ê, Kazimî jî bû parçeyek vê siyasetê. Peymana 9’ê Cotmehê tifaqa di navbera Kazimî, PDK û Plasschaert de bû. Yên ku gotin “PDK di fermanê de ji Şengalê reviyaye” hatin girtin, hatin dadgehkirin. Di 2022’an de, hemû hêzên xwe yên taybet anîn Sinûnê û Dîgurê, balefirên şer firandin li ser gelê me. Ev êrîş bi destê Kazimî nefret kirin, lazim e dadgehkirin vardı.”

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Heso Brahîm bertek nîşanî nîqaşên li ser hêzên parastina Şengalê jî da û got: ”Ji me re dibêjin ‘hêzên ne yasayî’, li cîhanê mînak nîne ku kesek li ser axa xwe ‘ne yasayî’ be. Yên dest dane DAIŞ’ê yasayî ne, lê yên vegeriyane Şengalê ne yasa yî ne! Di dilê PDK’ê de dijminatiya civaka Êzidî heye.”

‘Rêveberiya Xweser li gor destûra Iraqê hatiye avakirin’

Heso Brahîm têkoşîna avakirina pergala rêveberiya xweser jî nirxand û wiha berdewam kir: ”Pergala Rêveberiya Xweser li gorî destûra Iraqê hatiye avakirin, destûra Iraqê vê mafê dide me ku civaka Êzidî li herêma xwe birêvebibe. Eger destûra Iraqê vê mafê nede jî, 73 fermanên ku me dîtine wê mafê dide me ku em xwe biparêzin. Eger 73 ferman nebe jî fermana 2014’an mafê xwe parastin û xwerêvebirinê dide me. Ev hemû mafê me yê destûrî ne ku em rêveberiya xweser ava bikin.”

Li ser pirsa Çima Rêveberiya Xweser nayê qebûlkirin ? jî Heso Brahîm ev nirxandin kir: “Eger were qebûlkirin, kesên bûne sedema fermana 2014’an wê biçin dadgehê û hesabê bidin. Tirseke wan a din jî heye, eger li Şengalê Êzidî xwe rêvebibin, gel û baweriyên din ên Iraqê jî ewê xwe îlan bikin. Em vê ji hemû rayedarên Iraqê û hêzên navneteweyî re dibêjin, çareseriya Iraqê xweserî ye, weke din çareseriya Iraqê nîne. Destkariyên li ser Iraqê û bi taybet jî xiyaneta PDK’ê rê nade ku Şengal bibe xwedî statu.”

‘Emê Rêveberiya Xweser bi cîhanê bidin qebûlkirin’

Heso Brahîm da zanîn ku wan projeya rêveberiya xweser gihandiye ber destê rayedarên Iraqî û hêzên navneteweyî jî û ji bo sala 2023’an ev peyam da: “Heya ku em Rêveberiya Xweser a Şengalê bidin qebûlkirin, emê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Gelê me dixwaze xwe rêvebibe, her însanek Êzidî xewn û xeyala wî ye ku bibe xwedî xweserî. Di sala 2023’an de hedefa me ew e ku em Rêveberiya Xweser bi dinyayê bidin qebûlkirin. Ji derveyî vê, dermanekî birîna civaka Êzidî nîne. Dîsa di bernameya me de heye ku dadgeheke navneteweyî were vekirin û kesên bûne sebepê fermanan biçin dadgehê. Her wiha, dayik û xwişkên me yên di deste DAIŞ’ê de vegerin. Hêviya me ji gelê me, berê xwe bidin axa xwe, vegerin Şengalê û em car din vî bajarî ava bikin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button