Oldarên Êzidî: Divê em pişta xwe bi kesî girê nedin, bawerî bidin hêza xwe

Oldarên Êzidî li dijî êrîşan banga yekitiyê li Êzidiyan kirin û gotin: “Li dijî zilma dijmin, divê Êzidî hevbigirin û pişta xwe bi kesî girê nedin. Divê em baweriyê bidin xwe û xwedî li YBŞ-YJŞ û asayîşa xwe derbikevin.”

Nerazîbûna hemû beşên civaka Êzidî li beramber êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ya li ser peymana Iraq û PDK’ê pêktên, berdewam dike. Nerazîbûn vê carê ji oldarên Êzidî hat. Oldarên Êzidî li dijî êrîşan banga hevgirtinê û xwedî derketina li hêzên xwe yên parastinê li Êzidiyan kirin.

Oldarê bi navê Feqîr Bedel diyar kir Êzidî her timî li dijî êrîşan berxwedanê hilbijartiye û wiha axivî: “Di dîrokê de jî timî civaka Êzidî rastê êrîşan hatiye, li hember êrîşan jî timî li berxwe daye. Divê herkes bizane em bi tang û topên wan naşikin.  Ji qewla Êzidiyan, “Eger li vê dinê li te nebû xîret, zikê te ne şewitî bi qewim û millet, agir li te dibe xezeb.”

Feqîr Bedel ji Êzidiyan xwest ku hev bigigirin û wiha pêde çû: “Divê Êzidî bêyî ferq û cûdahî hevbigirin, ji ber dema dijmin tê ferq naxe navbera ti aliyekî, armanc tenê tinekirina Êzidiyan e. Ji ber vê divê civaka me ya Êzidî tifaqa xwe çêbikin, li dijî dijminê zalim hev bigirin û piştgiriyê bidin YBŞ-YJŞ û asayîşa Êzîdxanê. Hemû partiyên siyasî divê van hêzên me xurt bikin û piştgiriyê bidinê.”

Oldarê Êzidî Feqîr Bedel dazanîn ew êrîşê ti kesî nakin, lê eger êrîş bê ser wan ewê jî bê bersiv nemînin û wiha axivî: “Em ne ji Erdogan ne jî ji ti kesî natirsin. Her wiha em êrîşê ti kesî nakin, lê eger hinek êrîşê me bikin jî emê bêdeng nemînin û li berxwe bidin. Zarokek me jî mabbe, emê teslîm nebin û amadene serê xwe di ber baweriya xwede bidin. Her kesek li ber axa xwede canê xwe bide jî, cihê wî/wê bihşte û li ew şehîdê Tawisê Melek e.”

Oldarê bi navê Şewêş Şengalî jî ji Êzidiyan xwest ku li dijî hev ranebin û wiha axivî: “Divê Êzidî li ber hev ranebin. YBŞ ku ji bo parastina ola me çek rakiriye, weke hêza xwe bibînin û divê dijayetiyê jêre nekin. Pêwîste dijayetî ji ti hêzeke parastinê ya Êzidiyan re neyê kirin. Berê Iraq parastina vir dikir, dema êrîş çêbû, xwedî li me derneketin. Ji ber vê divê me pişta xwe bi kesî girê nedin û baweriya xwe bi xwe bînin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button