Li Şengalê semînera 25’ê Mijdarê

Li Komelgeha Duhla ya Şengalê semînerek li ser 25’ê Mijdarê hate dayîn. Di semînerê de zilam jî amadebûn.

https://www.youtube.com/watch?v=nZ3HupgPYP0

Li Şengalê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şideta li ser Jinê, destpêkirine. Di vê çarçoveyê de li Komelgeha Duhla ya Şengalê TevgeraAzadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser 25’ê Mijdarê semînerek organîzekir. Di semînera bi şîara ‘Li hemberî zordariyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’ de zilam jî amade bûn.

Beriya semîner destpê bike deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdan hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen û endama YJŞ’ê Bêrîtan Feqrî axivîn.

Rîham Hesen destpêkê balkêşa ser şîdeta li ser jinê tê kirin û got; “Di dîrokê de gelek zordarî li ser jinan hatiye kirin, hîn jî dewam dike. Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de li ber çavê cîhanê zilma herî mezin li ser jinên Êzidî hate kirin. Piştî sîstema dewletê li cîhanê ava bû, şîdeta li ser jinê jî destpê kir. Çawa dewlet desthilatdariya xwe li ser her kesî dide meşandin, zilam jî bi heman awayî desthilatdariya xwe li ser jinê û malbatê dike. Şîdet hîn dewam dike, di roja me ya îro de xwe kuştina jinan zêde bûye, gelo ev bandor çiqas li civakê dike. Divê em şîdetê dawî bînin û rê li ber xwekuştinan bigrin.

Li gorî baweriya me Êzidiyan jî xwe kuştin herame, lê em dibînin li ser pirsgirêkek biçûk jî ciwanên me serî li xwekuştinê didin. Azadiya ku em qala wê dikin, ewe ku divê jin bikare di fikirê xwe de azad be.

Endama YJŞ’ê Bêrîtan Feqîr jî piştre axivî, Bêrîtan diyarkir amadebûna zilaman ya di vê semînerê de cihê kêfxweşiyê ye û got; “Hemû kesên livir amade dizanin ku bi rastî ji şîdet û zilmek li ser jinan tê kirin. Em ji bo rê li xwekuştinan bigrin û çareseriyek bibînin dixebitin. Divê her kes ji bo rê li ber xwekuştinan bigre, bi xebite.”

Semîner bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Rojnews-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button