‘Êzidiyên li wargehên Mam Reşan û Şêxan ji sedî 65 bi nexweşiya derûnî ketine’

Li gorî raporek Rojnameya BMC ya derûnî Êzidiyên li wargehên Mam Reşan û Şêxan ji sedî 65 bi nexweşiya derûnî ketine ku piraniya wan jin in.

Rojnameya BMC ya Derûnî ku mijarên tenduristiyê dişopîne, di raperek xwe de ragihand ku krîz, rewşên lezgîn ên di encama şer û karasatên xwezayî de çê dibin, xetereyek mezin li ser derûniya wan kesên ku ziyan li wan bûye dike.

Di raporê de tê gotin ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de li ser herêmên Êzidiyan pêk hatine, bûye sedema koçberiya 400 hezar kesî û 6 hezar jin û keç hatine revandin, kirine kole û li dijî wan nêzîkatiyên dijî mirovî hatiye kirin.

Li gorî raporê, ew Êzidiyên ku di dema êrişê de ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin û bi riya cuda hatine rizgarkirin bi nexweşiya derûnî ketine ku piraniya wan di depresyonê de ne.

Di raporê de tê destnîşan kir ku niha li Wargeha Mam Reşan û Şêxan ên Dihokê 10 hezar û 411 kes hene û ji sedê 50.9 jin û temenê wan di navbera 18 heta 77 saliyê de ne.

Li gorî raporek Rojnameya BMC ya derûnî Êzidiyên li wargehên Mam Reşan û Şêxan ji sedî 65 bi nexweşiya derûnî ketine ku piraniya wan jin in û wiha tê gotin: “Jinên li van herdu wargehan piraniya wan bi nexweşiya derûnî hene û derûniya wan têk çûye.”

Çavkanî Rojnews

Show More
Back to top button