Çîroka civakek bûyî armanca êrişan: Êzidî

Bi hezaran çekdarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li qadê bûn ku ewlehiya nîv milyon Êzidî di stûyê wan de bû, hemû fermandarên wan îdiaya berxwedan û şer dikirin, berpirsên yekem ên PDK’ê piştrastî didin Êzidiyan ku biparêzin, lê di nava çend saetan de ji Şengalê revîn û civaka Êzidî di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê yên hov de hiştin.

Piştî di 10’ê Hezîrana 2014’an de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hate kirin, êdî parastina Şengal, Telafer, Mexmûr, Kerkûk û Germiyanê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê û rê ji bo parastinê digeriyan, lê PDK’ê soz dida ku ewê Şengalê biparêzin û ne hewce ye amadekariya parastinê were kirin. PDK’ê ku li şûna ji bo parastinê çek û cebilxane li Êzidiyan belav bike, dest danîbû ser çekên gel jî. PDK’ê ku soz dabû Êzidiyan, bêyî ku guleyek biteqîne bi carekî re ji Şengalê reviyabû. Pişt re derket holê ku, PDK’ê ferman dabû hemû pêşmergeyan ku li ber xwe nedin û dest ji Şengalê berdin.

Şengal ji sala 2003’yan heta 2014’an dibin desthilatiya PDK’ê ma. Dema DAIŞ êrîşî Şengal kir, hêzên PDK’ê li Şengal bûn û soz dabûn ku wê Şengal biparizên. Lê vê nekirin. Li Şengalê îxaneta PDK’ê rê li ber şikestin û dagirkirinê vekiribû. Jiber îxaneta PDK’ê bi sed hezaran Êzîdî ji neçarî koçber bûn û bi hezaran hatin qetil kirin û bi hezaran jî bêser û şûnin. Beriya komkujiya Şengal, Rêber Apo digot “Divê Êzdiyatî bijî û werin parastin” Ji bo Êzdiyatî bijiya jî diviya ku Şengal bihata parastin. Gerîlayên PKK’ê bi vê erka pîroz re rabibûn, berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û Êzîdiyan parastin.

Piştî hilweşîna Sedam Hisên, Şengal bi giranî di bin serweriya PDK’ê de bû. Ev serwerî heya 2014’an bênavber berdewam kir û PDK’ê xwe wek parêzvanê Şengalê û Êzidiyan nîşan da. Di vê salê de plansaziyeke nû ji bo şerê li Rojhilata Navîn hate amadekirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hevsengiya şerê li herêmê guhertibû û bayê şoreşê, Rojhilata Navîn dabû ber xwe. Ne tenê dewleta Tirk an jî rejîma Beas a Sûriyê ji vê rewşê bi fikar bûn. Her wiha hêzên sermayedar ên cîhanê jî ji şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin rê li ber belavbûna wê bigirin.

Di 1’ê Hezîrana 2014’an de civîneke veşartî li Ammanê hate lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA), Erebistana Siûdî, dewleta Tirk, Îsraîl û PDK tevlî vê civînê bûn. Girîngiya vê civînê ew e ku bi vê civînê re qada Iraq û Başûrê Kurdistanê û pey re qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hate vekirin. Dema 10’ê Hezîranê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, dinya hemû matmayî ma. Lê dagirkirina Mûsilê jî di nav de, tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê di vê civînê de hatibû plankirin. Dorpêçkirina Şengal û Rojava xalên esasî ên vê planê bûn û ev plansaziyeke kurewî bû.

Piştî Mûsilê di 3’yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin ku hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Artêşa Iraqê jê revîn.

Di roja yekem de çeteyan hezar û 293 Êzidî qetil kirin, 6 hezar û 417 kes revandin ku piraniya wan jin bû. Jin kirin kole û li bazarên weke Mûsil û Reqa firotin û ola wan dan guhertin.

Di germiya havînê de 360 hezar kes ku zarok û jin di nav de di riyên asê re û bê av û xwarin koçber bûn. Gelek ji wan pêbas ketin rê.

DAIŞ’ê riya çûna Hewlêr û Dihokê li ser wan girt. Lê hêzên Rojavayê Kurdistanê bi hewara wan hatin û korîdora mirovahiyê vekirin.

Bi hezaran Êzidiyan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û piştî çûn Rojavayê Kurdistanê hinek wan ji wir man û beşek jî bi riya deriyê Pêşxabûr vegeriya Dihokê û li 14 wargehan nîştecih bûn. Di riyan de gelek Êzidiyan ji ber dijwariya rê, germa, birça û têhna jiyana xwe ji dest dan.

‘Divê Êzdiyatî bijî’

Rê li ber şikestina Şengalê û fermanê bi vî rengî hate vekirin. Di wan rojan de tenê hêzeke hebû ku ji bo rê li ber vê fermanê bigire di nav lêgerînê de bû. Ji xwe Rêber Apo bi salan beriya fermanê balê kişandibû ser metirsiyên li ser Êzidiyan û daxwaz kiribû ku tedbîr werin girtin. Di dema fermanê de jî wê bigota “Divê Êzdiyatî bijî.” Ji bo Êzdiyatî bijiya, diviya ku Çiyayê Şengalê bihata parastin û Şengal bijiya.

Gerîla Şengal parast

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi vê heqîqetê re berê xwe dan Çiyayê Şengalê û 8’ê Tebaxa 2014’an gihîştin Şengalê. Demek beriya fermanê, PDK’ê amadekariyên reva ji Şengalê dikir, gerîlayên azadiyê jî ji ber rêgiriyên PDK’ê li ser reyên veşartî hewl didan xwe bigihînin Şengalê. Parezvanê pîroz a Çiyayê Şengalê Dilşer Herekol jî di nav de, 12 gerîla beriya fermanê berê xwe dabûn çiyayê pîroz. Piştî ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji milê başûr û rojhilat ve êrîşî Şengalê kir, di 5’ê Tebaxê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ragihandibû ku ewê dest li rewşa Şengalê werdin û Şengalê biparêzin.

YPG û YPJ’ê bi şerekî sing bi sing xwe gihandin Şengalê

Li milê din jî li Rojavayê Kurdistanê, hêzên şoreşê ji bo parastina Şengalê ketibûn nav liv û tevgerê. Hêzên Parastina Rojava YPG û YPJ ji herêmên Til Koçer û Cezaa yên Rojavayê Kurdistanê bi şerekî sîng bi sîng çembera DAIŞ’ê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di nav rojekî de nêzî 100 km. rê derbas kirin, çiyayê pîroz xistin bin parastina xwe û ji Şengalê heya Rojava rêya rizgariyê ji bo Êzidiyan vekirin.

Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav bi pêşengiya gerîlayen HPG û YJA-Starê, şervanên YPG û YPJ’ê û Yekineyên Berxwedana Şengalê ve hate rêvebirin.

Ji vê demê şûn ve êdî rewşa şer diguherî û her wiha dîrokeke nû ji bo Êzidiyan destpê dikir.

Peymana tinekirina rêveberiya Şengalê

Piştî Şengal hat rizgarkirin bû armanca êriş û gefên Tirkiyeyê û gelek welatan. Herî dawî di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Şengalê peymanek îmze kirin. Ji ber vê peymanê bi mehan e rewşeke aloz li Şengalê hebû û tê xwestin ku rêxistinbûna piştî fermanê bi destê Êzîdiyan hatiye avakirin, bê hilweşandin. Tirkiye û Emerîka piştgiriya peymanê dikin û dixwazin ku Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Şengalê ji holê bên rakirin. Lê gelê Şengalê li dijî biryarê derket û diyar dikin ku wê rê nedin peyman pêk were.

Tevî ku li ser fermanê de 8 sal derbas dibin jî hîn gef li ser civaka Êzidî berdewame. Bi taybet dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tişta ku DAIŞ’ê nekarî bikin dixwazin temam bikin û destkeftiyên civaka Êzidî tine bikin. Lewma êrişên xwe berdewam dikin û pêşengên civaka Êzidî dikin hedef.

NAVENDA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button