YJŞ’ê fermandarên YPJ’ê bibîr anî: Tolhildana hevrêyên me erka meye

Di 22’ê Tîrmehê de Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan di encama êrîşa balafireke bê mirova a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo fermandaran sersaxî xwestin û gotin; “Tolhildana hevrêyên me erka meye.”

Daxuyaniya Yekîneyên Jinên Şengalê wiha ye:

Şahadeta hevalên bi nirx Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di dil û mejîyên mede bû weke tope ji agir û ev agir wê di nav dilê dijmin de bibe şewatek bê dawî. Ev agir bu hêz, bu vîn bu soza tolhildanê. Li ser vî bingehî bejna xwe beramberî şehîdên xwe a ên giranbiha ditewînîn û soza tolhildanê dubare dikin.

Fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan xeyala xwe a zarokatî wek şagirtekî Rêber Apo di nav axa pîroz da pêk dianî. Her wiha bi xeyala xwe a zarokatî, dîsa ji bo Kurdistanek azad, jiyanekî bi rumet bu sedema jiyana wî, li ser vî bingehî di nav şerên herî giran û tund da li eniya herî pêş de cihê xwe digirt û ji bo azadiya xaka xwe wek qehremanekî şer dikir. Şerê Rojavayê Kurdistanê da giştî cîhan matmayî mabu ku beramberî DAIŞ’ên hov çawa berxwedan çebibe. Lê belê li Rojavayê Kurdistan, Bakurê Surîye û herêmê de ne tenê berxwedanî meşandin, herwiha çeteyên xwînxwar DAIŞ, ango dewleta tirkiye a dagirker, qirker û faşîstan ji herêmê paqij kirin. Ev bi têkoşîna Nalînan, Leylayan, jîyanan, Roj û Amarayan pêk hat.

Dijminê faşîst, qirker û dagirker di serî de bo gelê Kurd û ji bo gelê Rojhilata Navîn jiyanek bê rumet, bê nasname û derveyî mirovatî ferz dike. Lê belê beramberî wê, gelê Kurd bi Rêberê xwe û pêşêngên xwe re, ev şerê mayîn û nemanê bê hempa û lutkeya herî jorde têkoşîna xwe meşandin. Pir bedelên giranbiha hat dayîn, lê dîsa li kêleka wî wek gotinê qehremanan, heval Jiyan Tolhildan jî bi têkoşîna xwe got, çi dibe bila bibe em dest jiyana azad bernadin . Gelên ku dest rumêta xwe bernedan ji bo wî gelî pêşeng buyîn çelengîyekî pir pîroze.

Heval Jîyan Tolhildan serî de ji bo jinên Êzîdî û cîvaka êzîdî ku bin destê DAIŞ’a xwînxwar de mabun, bû fedayiyek ku divekirina korîdora mirovahî da herî pêşde cîhê xwe girt. Bê tirs û bi hêrsekî mezin meşîya beramberî dijminê xwînxar. Wê demê bi hezaran jin hatin qetil kirin, ji bo nekevin destê DAIŞ’ên xwînxwar xwe di zinaran de avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Bi hezaran jin ketin dest çetêyên Tirk û li bazarên Musil, Reqa herwiha li gelek cîhên cuda da hatin firotin, ji ber ku hinekan ev zilm qebul nekirin di qefesande bi saxî hatin şewitandin. Her wiha di her pêngavên Reqa û Minbicê de bi dehan jinên Êzidî rizgarkirin. Wekî her şehîdên qehreman û şerker heval Jiyan Tolhildan jî rastiya dijminê xwînxar dizanibu, beramberî wê şerekî bê hempa meşand û gel hevalên xwe yên QSD, YPG û YPJ korîdora mirovahî vekirin û gelê êzîdî xilas kirin. Şehît Jiyan Tolhildan  ji bo gelê xwe û ji bo civaka Êzidî bû şehîdekî nemir. Ji bo şehîdên xwe em dibêjin, ev dîrok li ser pelên sipî bi hebir nayê neqiş kirin. Li ser her pelekî xwînên ku diherike, canên ku dişewite û laşên ku diteqin bi vana tê neqişkirin. Ev dîrok bi canên zarokên egîd, dilê gelê me her wiha berxwedana ku tê jîyankirin da jî di nava mejiyê dijmin de tê kolandin.

Li ser vî bingehî em carek din rêhevalên xwe yên azadîyê bi rêzdarî bi bîrtînin. Ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Ewê ji bo hevalên me ên hêja soza meya girêdanbuyînê û soza tolhildanê bibe bilindkirina şoreşê. Em dibêjin şehîd di bilindkirina têkoşîna me de jîn bikin.  Em wekî YJŞ’ê, tolhildana van hevrêyan erka me ye.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button