Çîrokek ji qêrîna fermana 74’an: Min ji porê te yê bi hine hêlîn çêkir – 3

Bêrîtan Şengalî bûyerên ku kesekî mezin jî tehemula dîtina wan nake di bîra xwe de qeyd kiriye. Pitika ku hat kuştin û goştê wê bi dayiya wê bi darê zorê dan xwarin, çemên ku bi xwînê diherikîn, cesedên ku li ser rê direj bûbûn.

Cîhanek di bin xirbeyên Şengalê de dimire

Şengal – Bêrîtan Şengalî di nava êşên herî kûr de ma. Tiştên ku li pişt dîwar şahidiya wê kir, bûn sedema birînên ku qet neyên kewandin. Neçar ma li qetilkirina keça xalê xwe ya çil rojî temaşe bike. Tirs, êş û belkî jî gelek hestên ku nayên pênasekirin di hundirê xwe de jiya û ji wan hestan, şervanek ava kir.

Bêrîtan dema ku hewl dide behsa tiştên ku DAIŞ’i ji bo dengê zarok bibirin kirine, vebêje, gotinên xwe piştî hizirîneke demdirêj hildibijêre. Dibe tu peyv û gotin bi tevahî nikaribûn tiştê ku wê gavê li wir hatin jiyîn, vebêje.

“Bi satorên di destên xwe de li nava odeyê pitikeke çil rojî kuştibûn. Li ber çavên dayika wê û jinên ku li wir bûn canê pitikekî çil rojî girtin. Min sarbûna dîwarê ku min rûyê xwe spartibûyê, bi hemû şaneneyên xwe hîs kir, bêhna min ne li dîwar, li hundir dixist û li min vedigeriya. Qêrînên bêdeng ên jinxala min wê rojê tevahiya Şengalê wêran kir. Cîhanek di bin xirbeyên Şengalê de min. Di wê kêliyê de wekî ku her tişt cemidî bû. Nizanim çiqas dem derbas bûn min destê xwe bir ser çeka xwe, ji ber hêrsa xwe min xwest ez derkevim derve û bi çeka xwe şer bikim. Min xwest ez ji cihê ku lê veşartî bûm derkevim. Min xwe bi zorê digirt. Ez demek bê refleks li cihê xwe rûniştim, krîza hêrsê min girtibû. Pirbûna hejmara wan min radiwestand. Ez dikaribûm derkevim û bi çeka ku min nizanîbû bi kar bînim êrîşî wan bikim. Min xwe winda kiribû û cemidîbûm. Dema ku ez hinek bi ser xwe ve hatim, fikirîm. Ez di navbera derketina hemberî wan û derneketinê de diçûm dihatim. Hêza min tune bû ku yekî ji wan jî bikujim, min ev yek dizanibû.”

 “Bi zorê pê dan xwarin”

Bêrîtan piştî demeke derbas bû fikirî û biryar da ku li bendê bimîne. Ev bendewarî, ji bo girtina biryara tolgirtina ji DAIŞ’ê bû. Wê li pişt wê dîwarî soza tolhildanê da.

Ji ber ku min rewşa jinxala xwe meraq dikir, min dîsa li odeyê, qada ku jinxala min lê bû nihêrî. Jinxala min xwe avêtibû erdê, bêdeng, çavên wê girtîbûn. Çete ji odeyê derketibûn û çûbûn. Saet ketin navberê jinxala min qet pozîsyona xwe neguhert. Bedena wê li wê derê cemidî bû, giyanê wê zaroka xwe hembêz kiribû û belkî jî pir dûr çûbû. Piştî demekê DAIŞ’iyek ji jinxala min re xwarin anî, birinc û li ser goşt hebû. Dema xwarinê anîn, nîşanî jinxala min nedan, li pişt wê anîn. DAIŞ’iyek din hat û çavên jinxala min girt. Endamê DAIŞ’ê ku xwarin anî, bi zorê xwarin bi jinxala min da xwarin. DAIŞ’iyê ku xwarin bi zorê da xwarin paşê jê pirsî, ‘goştê pitika te xweş e?’ Jinxala min pirsan fêhm nedikir, bi rastî tiştê hat gotin nebihîstî bû, ew êdî ne li wir bû.”

Her tişt rast bû

Ji dayikê re xwarina goştê pitika wê tiştekî çawa ye, ew çawa tê kirin û gotin, çawa tê guhdarkirin, çawa tê nivîsandin? Ger hemû ferman ji ber bawerî yan jî neteweyek hatibin kirin, pitikek çil rojî dema ji dayik dibe, ji kîjan bawerî û neteweyê dibe gelo? Baweriyên pitikan çi ne? Ma dema mirov ji dayik dibe dikare biryarê bide ku ew ê ji kîjan netew yan jî baweriyê be? Me ji şahidiya çavên Bêrîtanê heqîqeta gotina ku li Şengalê tê vegotin, aliyê herî hov û nefretê fermana ku ji dayikek re xwarina goştê pitika wê tînin, fêm dikir. Ev wehşeta ku hiş, wijdan û exlaqê mirov qebûl nake, pêk anîbûn. Êş û hesta ku bi mirina zarok re her derê me dorpç kiribû, pir giran di dilê me de û di hemû hucreyên me de bi cih bibû. Piştî demek me ji bo Bêrîtanê û ji bo xwe navber da. Zêdekirina hêrs û kîna Bêrîtanê ji bo li dijî vê zilmê bike biryar dabû, ji bo me jî derbasdar bû. Bêrîtan piştî demekê bêdeng ma, ji cihê ku lê mabû, dîsa dest bi axaftinê kir.

“Biryara ku min di wê demê de girt ne derketin bû, hêrs û tola ku di hundirê min de şîn bibû, dilê min û tevahiya bedena min dorpêç kiribû. Êdî ez dayika hêrs û tolên xwe bûm. Ev ferman bû, tiştê ku aqilê me nedigirt, dema ku dayik û bavên me vegotin me digot qey fîlmek e. Ez bi jiyînê re fêr bûm ku ew ne fîlmek e, hem jî ji fîlmek pir pir wêdetir e. Di tunelê de roja duyemîn bû, min nikaribû giraniya tiştên ku wê rojê jiyabûn ji ser xwe bavêjim. Em hatibûn dawiya rojê, ez heta devê tunelê çûm, min xwest ez li rojê binêrim lê roj çûbû ava, derve pir zêde ne bi ewle bû, ez dubare bê rawestan vegeriyam hundir. Piştî bûyerên îro, min fêm kir ku çeteyên DAIŞ’ê çi ne. Pênaseya hemû tişten hovane û barbar digrin nava xwe. Dema ku ez gihîştim dawiya tunelê, min li pişt xwe li ber ketina tunelê deng bihîstin. Wê gavê dilê min dê bisekiniya. Her ku diçû deng nêzîk dibûn. Dengê piyan dihat. Dibe ku du kes bin, ji min re wek du dengê cuda hat. Di nav xwe de dipeyîvîn, behsa hinek tiştan dikirin lê min fêm nedikir çi dibêjin.”

Du rojên bê av

Bêrîtan a ku heta dawiya tunelê çûbû û xwe spartibû quncika wê, bêhnê nedigirt. Tenê ji dengê piyan fêm dikir ku hinek kes tên ber devê tunelê.

“Gelek pirs di serê min de derbas dibûn. Ji nişka ve pirsên wekî ‘Ka niha dê çi bibe, dê bikevin hundir, belkî jî wekî min mirovekî zeîf be û ger bikaribe bikeve tunelê dê çi bibe?’ Van pirsan bênavber di serê min de bûn. Min destê xwe bir ser çeka xwe, ger biketana hundir çi dibe bila bibe min ê lê bida û heta dawiyê li ber xwe bida. Paşê di hundirê tunelê de ronahiyek pêxistin û bi fenera ku di destên xwe de digirtin, tunelê kontrol dikirin. Ronahiya fenerê ber bi lingên min ve dihat û bilindtir nediçû. Piştî demekê temaşe kirin, wan biryar dan ku di hundur de tiştek tune ye û ronahiya fenerên wan winda bû. Dîsa dengê wan hat, dest bi meşê kirin û her ku çû deng jî dûr bû. Min nedîtibûn. Ez rizgar bibûm. Min nizanibû ku ev veşartin dê heta kengê bidome lê pêwîst bû ku ez riyek ji xwe re bibînim ku xwe bigihîjînim çiyayan û ji bo wê jî ez niha bêtir bi hêvî bûm. Ji heyecan û tirsê min gelek xwêdan dabû û tîbûna min her diçû zêdetir dibû.”

Jinan birin û çûn

Du roj derbas bibûn. Bêrîtan du rojan bi gotina “wekî temenek dirêj bû” pênase dike, ketibû roja sêyemîn.

“Bi sedan DAIŞ’iyên ku bi hezaran jin û mêrên Êzidî ji Sûka Kevn revandibûn dê çi bikirana bi wan? Min meraq dikir dê çi were serê kesên li derve û li malan tên girtin. Dê hemû wek pitika jinxala min a çil rojî bibin yan dê tiştekî din bê serê wan? Tirs û nediyarî, hestek pir xirab e û nayê tehemulkirin. Min dîsa dest bi temaşêkirinê kir. Jin li cihê ku lê bûn disekinîn. Her kes bi tirs bû, wekî min meraq dikir dê çi bibe. Belkî jî gelek kesan digotin êdî çi dibe bila bibe bila ev îşkence bi dawî bibe. Ji kesê re tiştekî xwarin û vexwarinê neanîbûn. Her kes birçî û tî bû. Ber bi nîvroyê ve DAIŞ’î ketin hindur. Hemû jinan rakirin û ber bi derve ve birin. Li malê kesek nema. Çend kêlî mal bêdeng bû. Li derve deng hebû, lê ew deng her ku diçû dûr dibû. Ez ji ber ji vê rewşê sûd bigrim, fikirîm ku ji cihê xwe derkevim herim av û tiştekî xwarinê bibînim. Min dubare li derdora xwe nihêrî dît tu deng nayê.”

Di dolaba metbexê de xwe veşart

DAIŞ’iyan li malê çi hebûn, kom kirin û derketin. Bêrîtan a ku ji tunelê derbasî metbexê bû, bi saya baldariya xwe ji girtinê rizgar bû.

“Piştî ku ez ji çûndina wan piştrast bûm, ji cihê xwe derketim û çûm metbexê. Çawa ku ez ketim metbaxê, deng ji derve hat û deng nêzî malê dibûn. Ne pêkan bû ku ez ji metbaxê derkevim, gava ez derketama dê min bidîtana. Ez li metbexê li cihekî ku xwe lê veşêrim geriyam. Di metbexê de dolab hebûn. Min xwe di dolabek de veşart. Ji dengê wan diyar bû ku ew jî dikevin metbexê. Min fam kir ku wan hemû xwarinên li ser dezgehê kom dikirin. Li kêleka dolaba ku ez tê de bûm, dolabeke din a dişibiya wê hebû. Yekî ji wan dolaba li tenişta min vekir, tiştek jê girt û derî girt. Ez fikirîm ku dê deriyê dolaba ez tê de bûm veke. Wê demê ez wisa tirsiyam ku min digot qey wê dilê min bisekine. Ez ditirsiyam ku ew ê dengê lêdana dilê min bibihîzin. Baş e ku deriyê dolabê venekir. Tiştên ku ji metbaxê berhev kiribûn girtin û çûn. Ji dengê wan diyar dibû ku du kes bûn. Min di dolabê de dengê wan bihîst. Paşê ji malê derketin, dengê wan bi tevahî hat birîn. Piştî bû ez bawer bûm çûne, ez ji dolabê derketim. Bi lez û bez li tiştekî xwarine geriyam, min nanê hişk dît, av girt û bi bazdanê ber bi tunela ku min xwe lê veşartibû ve çûm. Piştî ku min hinekî zikê xwe têr kir, ez fikirîm ku jinxala xwe bibînim û bi awayekî ji destên wan xilas bikim û biçim çiyayan. Ez ji tunelê derketim. Min ji deriyê malê nihêrî li derdorê nobedar hebûn. Jin li kêleka rê ketibûn rêzê û wan wek yek rêzî suwarê otobusan dikirin. Ger qêrîna jinan û berxwedana wan a ji bo neçûyînê wek destanek bihata nivîsandin dê hemû cîhanê ji vê rewşa wan şerm kiriba.”

 “Ava newalê bi rengê xwînê diherikî”

Bêrîtan ji malê derket lê tiştên ku li derve dît zêdetir tirsnaktir bûn. Di cîhaneke ku hatibû terikandin de ji cesed û xwînê pê ve tiştek tunebû.

“Ez ji deriyê malê hêdî hêdî derketim, min xwe bi erdê re kaş kir. Nêzî malê newalek hebû. Min xwe spart dîwarekî li kêleka malê. Divê min navbera dîwarek bidîta gav bi gav xwe bigihîştanda riya ku diçe çiya. Êdî ne mimkûn bû ku ez jinxala xwe xilas bikim. Hemû jinan suharê otobusê kiribûn. Mêran jî li kêleka rê rêz kiribûn. Ez gihîştim quncikê herî bêdeng ê dîwarê baxçeyekî xaniyek li nêzî newalê û min xwe li wir veşart, li wan temaşe kir. Piştî demekê li wir mam, piştrast bûm ku DAIŞ’î çûn. Ez bêdeng ber bi pêşve çûm û nêzî cihekî ku newal ji ve xuaybû ve çûm. Dema ku min serê xwe rakir û li newalê nihêrî, çi bibînim! Dîmenên pir bi xof hebûn. Newal tije cenazeyên mirovan bû. Ava bi rengê xwînî diherikî.”

“Ava newalê roja fermanê jî diherîkî”

Bêrîtan wê kêliyê, bi destê xwe newala ku nêzî wan bû îşaret kir û got: “Binêrin, newal li vir pir zêde ne mezin e lê ew newal beriya fermanê û roja fermanê jî diherikî. Niha ava wê kêm bûye, zarokan ji xwe re hewz çêkirine û di hindurê wê de kêfa xwe dikin. Bêyî ku bizanibin çi qewimiye melevaniyê dikin.” Di nav avê de gelek zarokên kur, bi ken û kêfxweşî bi lîstika bi axê re mijûl bûn, hinekan di nava avê e melavanî dikir. Mirovên ku roja fermanê serê wan li kêleka rê hatin jêkirin û avêtin newalê, belkî bav, kal, bira, xal, mam û cîranên wan bûn. Beriya fermanê kes nediket vê avê, piştî fermanê mirov demek ji vê avê dûr sekînin. Cihê ku Bêrîtan behsa wê dike, li devê rê ye û ber bi çiyayan ve diçû. Wekî golek biçûk bû, ber bi jêrê ve diherikî dibû cuhoka avê. Ava vê newala biçûk, şêlû bûbû. Wekî ku şerm dikir, zelaliya wê çûbû. Êzidiyan digot ‘Dema av û ax bûn şahidên tiştên ku anîn serê me, şerm kirin, bereketa wan kêm bû êdî.’

Dema Bêrîtan tiştên ku destpêka newalê qewimîn vedibêje, yek bi yek cihên ku bûyer lê qewimîne îşaret dike û vegotina xwe berdewam dike:

“Serhildana mêrên Êzidî yên ku dizanibûn wê rojê serê wan bê jêkirin, veguherîbû qîrînê. Hinek ji wan jî wek ji qedera xwe re razî bûn, bi bêdengî serê xwe datanîn binê satorê. Wê rojê em Êzidî rastî îxanetê hatibûn. Ji nîvê zêdetirî wan mêrên ku serê wan hatin jêkirin, ji Sedam re leşkerî û ji PDK’ê re jî pêşmergetî kiribûn. Tevî vê jî PDK’ê ji destê wan çekên wan girtibû û wan terkî zilma DAIŞ’ê kiribû. Jixwe leşkerên Iraqê çawa navê DAIŞ’ê bihîstibûn ji holê winda bûbûn. Tiştên ku wê rojê di fermanê de hatin jiyîn nîşan dan ku em çiqas bêparastin in. Me Êzidiyan leşkeriya her kesê kiribû lê fêrî parastina xwe nebûbûn. Ger wê rojê di destên mêr û jinan de çek hebûya û ger xweparastinê bizanibûna dê bi fermanê nikaribûna bi hezaran mirovên me bikuştana. Em piştî fermanê fêr bûn ku îxanetê çi aniye serê civaka me ya Êzidî. Bedela vê îxanetê pir giran bû.”

Her der tije cenaze bû

Bêrîtanê di dawiya her vegotina xwe de, şert û mercên fermanê û yên ku bi îxaneta xwe re alîkariya DAIŞ’ê kiribûn, bi bîr dixist. Tiştên hatin jiyîn ji bo hîs, çav û hestên keçeke biçûk pir pir zêde bûn. Bêrîtan di wê temenî de bi zilma nedîtî re rû bi rû mabû û fêr bûbû ku tiştên hatine serê wan tên çi wateyê. Ne hewce bû ku kesek jê re bibêje. Çav û dilê wê ji şahidiya her tiştî kiribûn. Bêrîtanê bi awayekî aqilane vegotina tiştên jiyayî berdewam dikir.

“Min dixwest demekê li kêleka newalê xwe veşêrim lê ji ber qêrîna mirovan nikaribûm bisekinim û di binê dîwar de bi xirikandinê bi pêş vê çûm. Li bin dîwarên xaniyan, bi xweveşartinê bi rê ve diçûm. Piştî demekê nêrîna li avê giran hat, di nav avê de dîtina serê mirovan pir tirsnak bû. Min nikaribû binêrim, min serê xwe dizivirand. Gava min ji bo temaşekirina derdorê serê xwe rakir û temaşe kir, yekem tiştê ku bala min kişand, herikîna ji rengê xwînê ya ava newalê û serê mirovan ê di hundirê wê de bû. Vê yekê pir êşê dida min. Piştî demek ji wir çûm. Min hewl da riya di nava malan de diçe ber bi çiya ve bibînim. Ez dûr ketim lê cihê ku ez diçûmê newal û kêlaka rê jê xuya dibû, mirovan kom bi kom ber bi newalê ve dibirin. Piştî du şev û sê rojan di tunelê de mam, min Sûka Kevn li dû xwe hiştibû. Min nikaribû li tiştên ku li kêleka çem dihatin jiyîn mudaxele bikim an jî jinên ku li otobusan dihatin suwarkirin bisekinînim, hêza min têra tu tiştî nedikir. Yekane tişta ku dikaribûm bikim, ew bû ku xwe xilas bikim. Min dizanibû ku ger DAIŞ’î min bigirin dê min bikujin. Her dem hêviya min hebû ku ez ê xilas bibim. Heta cihekî hatibûm. Ez bi veşartî veşartî hatibûm heta nêzî lofayan. DAIŞ’iyan di ketina lofayan de alayên xwe daliqandibûn. Min xwe li pişt kevirekî veşart, demekê li wir mam, ji tirsa nikaribim li wan binêrim. Tiştên ku min herî dawî dîtibûn, min tirsandibû. Ez ji tirsê dihejiyam û nikaribûm serê xwe rabikim. Min sê caran hewl da derkevim lê her carê min wan dîdit. Ji Lofanan heta Sûka Kevn û Şengalê gelek çeteyên DAIŞ’ê hebûn. Tu niyeta wan tunebû ku biçin. Dibû ku li cihê lê dimam min bibînin. Ez neçar bûm hêdî hêdî ji cihê ku ez lê dimam dûr bikevim. Min hewl dida bi veşartî xwe bigihîjînim kêleka çiyê. Min şîrê ku ji bo pitika xwişka xwe anîbû û çi xwarinên ku min li derdorê peyda kiribûn, girtibû gel xwe. Bi îhtîmala ku li çiyê av tunebe, min bîdonek av jî hilgirtibû. Her wiha çeka bavê min jî hebû. Barê min giran bû. Min xwe gihandibû devereke daristanî û kesê min nedîtibû. Min xwe li qada daristanî veşart. Piştî demekê DAIŞ’î ji Qendîlê çûn. Min jî berê xwe da çiyayan.”

ROJBÎN DENÎZ

Show More
Back to top button