Tevgera Azadî: Kesên destê wan di fermana 3’yê Tebaxê de heyî divê werin cezakirin

Tevgera Azadî ragihand ku komkujiya Şengal, di dîroka Hikumeta Herêmê û Iraqê de pelek reşe, pêwîste ji bo kesên alîkariya DAIŞ kirîn, lêkolîn were kirin. Tevgera Azadî diyarkir ku divê kesên destê wan di komkujiyê de heyîn, werin ceza kirin.

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) di 7’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de daxuyaniyek belavkir.

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de diyarkir ku jenosîd û karesata Şengal sucek mezine û wiha hate gotin; “Jenosîd di dîroka Hikumeta Herêm û Iraqê de rûpelek reşe. Divê em di vir de behsa koma gerîla, şervanên YPG û PKK bikin ku dijî DAIŞ’ê şerek bê hempa dan meşandin. Di encama berxwedana wan de bi hezaran kes rizgarbûn û nehêlan jenosîda heyî zêdetir mezin bibin.

Pêwîste Xweseriya Şengalê were nasandin û piştgirî lê were kirin. Di vê derbarê de hêzên ku bi DAIŞ’ê re bûn alîkar werin lêkolîn kirin û werin cezakirin. Divê barê de pêwîste ti kes neyên efû kirin. Em piştgiriyê li daxwazên Êzidiyan dikin, Êzidî dixwazin lihevkirina navbera Barzanî û Kazimî ya bi navê Iraq û Herêmê de, werin hilweşandin.

Divê rêz li îradeya serbixwe ya civaka Êzidî were girtin û li parlamentoya Iraqê de bi fermî rêveberiya wan were pejirandin.

Divê hemû kesên tevlî kirîn û firotina jinên Êzidî bûyîn, werin ceza kirin û Neteweyên Yekbûyî û Iraq ji bo vegera penaberên Şengalê kar bikin. Ji bo vegera penaberan, li ser asta navnetewî lijneyek taybet were avakirin. Divê Êzidî di nava Neteweyên Yekbûyî de bibin xwedî nunerek taybet.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button