Dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kir-HATE NÛKIRIN  

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kir. Weke ji dîmenan jî xuya dibe, di encama êrîşê de birîndar hene.

Di van saetan de êrîşeke hewayî li dijî avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Şengalê pêkhat. Êrîş di dema qelebalixiya gel a li nava avahiyê û derdora wê de pêkhat.

Li gorî agahiyên destpêkê yên peyamnêrên me ji cihê bûyerê dane, ji derveyî welatiyên ku li nava avahiyê, dukandar û welatiyên li nêzî cihê bûyerê jî bandor bûne. Her wiha hate gotin, di encama êrîşê de birîndar hene, lê heya niha nayê zanîn kes jiyana xwe ji dest daye an na.

Ji ber cihê xelkeke zêde li derdorê hebû, piştî bûyerê xelkê herêmê berê xwe dan avahiyê û dest bi rizgarkirina birîndar û kesên ji êrîşê bandor bûne kirin.

Show More
Back to top button