‘Ger em parastina xwe nekin kes nikare me biparêze’

Bi beşdarbûna endamên Meclîsa Dugir û endamên Şaradariya Dugir ji bo xurtikirina parastina xwe îro li Komelgeha Dugir perwerde çek hate destpêkirin.

Îro li Komelgeha Dugir ya Şingalê ji aliye Mecîlsa Dugir ji bo xelkê Êzîdî bikaribe parastina xwe bike perwerde çek hate dîtin. Perwerde seet duyê nîvro dest pê kir û heya seetên evarê berdewam kir. Xelkê Êzîdî ku beşdarî perwerdê bûyî bi kêfxweşiyek mezin ev perwerde pêşwazî kirin.

Civaka Êzîdî ku piştî fermana 2014 ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve ji komkujiya DAÎŞ ê hatin rizgar kirin. Roj bi roj ji her alî de xwe rêxistin dike û ji bo parastina axa xwe, xwe perwerde dike. Îro civaka Êzîdî parastina axa xwe li ser her tiştî re dibîne.

 ‘Civakek berxwedêr dikare xwe biparêze’

Şêniyê bi navê Musa Şengalî ku tevlî perwerdê bûyî bi riya Radyo me bibîr xist ku ji ber 2014’an ew bê perwerde bûn rastî komkojî hatibûn, nikarîbûn parastina xwe bikin û wîha domand: “Ji bo ku carekê din em wê fersendê nedin dijmin ku careke din fermanê bînin ser me em ê di her warî de xwe perwerde bikin. Îro em weke civaka Êzîdî hatine vir û perwerde çek dibînin. Yên ku beşdarî vê perwerdê bûne temenê hinekan mezin e jî lê dîsa ji bo bikarin bi xwe parastina axa xwe bikin tevlî bûne. Perwerde gelekî girîng e bi taybetî ji me weke miletekî Êzîdî re. Ji ber ku dijminê miletê me zehf e. 2014’an Ferman bi ser me de hat. Gelek Fermanên din jî çêbûne ku dîroka wan nayê zanîn. Ji ber ku civaka me ya Êzîdî bêperwerde bû her tim rastî êrîşên dewletên derve re hatiye. Divê hemû ciwanên me yên Êzîdî xwe di aliyê perwerde de pêş bixin. Ji bo ku miletê Êzîdî bikare ber xwe bide û parastina xwe bike perwerde weke nan û avê girîng e. Divê em benda ji derve neminin ku yek were me biparêze, ya herî girîng em bikarin parastina xwe bikin. Ger civakek li ber xwe nede nikare axa xwe jî biparêze. Ger em îro weke ciwan parastina xwe nekin, li ber xwe nedin civaka xwe perwerde nekin wê gelek fermanên din jî li ser me de werin.”

 ‘Bibin xwedî Şeref’

Yek jî xelke bi navê Salîh bang li gel kir ku ji bo piştevaniya hêza xwe ya leşkerî bikin divê ew perwerde bibinin û wiha dewam kir: “Niha rewşa îraqê  aloz e û her ku diçe alozî kûrtir dibe. Ger di 3 meha 8 2014’an em di her alî de perwerdekirîban rastî fermanan nedîhatin. Ew qas jin û zarok nedihatin qetîlkirin. Em îro perwerde dibînin, ger rojek êrîşek li ser me de hat em bikarin xwe biparêzin û weke 2014’an li me neyê. Ji bo civaka me ya Êzîdî li ser axa xwe di nav aramiyê de jiyan bike em ê li her alî ve xwe perwerde bikin.  Ji ber ku di sala 2014’an me pişta xwe li hinek hêzan parast me got ew ê me biparêzin, lê belê di fermanê de hemû hêzên li Şingalê pişta xwe dane me û reviyan. Em di nav deste çeteyên DAÎŞ’ê de hiştin û reviyan. Em neparastin. Heta niha jî aqubeta gelek Êzîdiyan nediyare.”

Salih bi taybet bang li Êzidiyên qampa kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bangawaziya min ew e ku her ciwanek Êzîdî bila xwe perwerde bike. Bangawaziya min ji xelkê me yê qampên Başûrê Kurdistanê jî ew e bila vegerin ser axa xwe û parastina axa xwe bikin, xwedî li şeref xwe namusa xwe derkevin. Niha civaka Êzîdî bûye xwedî hêz, piştî fermana 2014’an me xwe di her alî de rêxistin kir. ger em parastina xwe nekin kes nikare me biparêze.”

Çira Fm-Şengal

Show More
Back to top button