YBŞ: Êrişên artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê tên kirin

Fermandariya YBŞ’ê têkildarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser xalên kontrolên yên Asayîşa Êzidxanê pêkanîbû diyar kir ku ev êrişên Artêşa Iraqê ên ku têne kirin bi zextên PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker tên kirin û ji êrişên li PDK’ê û dewleta Tirk ne qut in.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrişa artêşa Iraqê ya 18’ê Nîsanê li hemberî xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê pêkanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ku heya niha jî hewldanên artêşa Iraqê yên provakatîf didomin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di roja 18’ê Nîsanê di saetên piştî nîvro de artêşa Iraqê rasterast êrîşî noqteyek a Asayîşa Êzidxanê ku li gundê Digurê ye kirin. Li ser êrîşa artêşa Iraqê, hêza Asayîşa Êzidxanê mecburî bersivdayînê kirin. Ruxmê vê ya jî di destpêkê de hêzên Asayîşa Êzidxanê bersiv bi rengê hişyarî dan artêşa Iraqê. Di vî şerê ku li ser hêzên Asayîşa Êzidxanê hate kirin de hem ji hêzên Asayîşê û hem jî, ji gelê me birîndar hene.

Piştî vê 19’ê Nîsanê di saetên 02:00’an evarî de noqteyên ku hêzên me û artêşa Iraqê hevbeş digirtin de êrîşî hêzên me kirin û xwestin bî vê êrîşan ve hevalên me dîl bigrin. Li vir jî artêşa Iraqê xwest bi dîl girtina hevalên me ew cihên ku li hember çeteyên DAIŞ’ê me bi xwîna xwe rizgar kirî ji destê me derxînin.

Rûxmê van hemû êrîşên artêşa Iraqê ku dixwest van destkeftiyê me ji destê me derxînin, hevalên me nexwestin werin provakasyonan. Heya niha li hember vê helwestê me, artêşa Iraqê dixwaze provakasyona li ser me berdewam bike.

Helwesta me ya heya niha yê çareseriyê û nehatina provakasyonan bû. Ji bo vê jî em vê êrîşa artêşa Iraqê ji êrişên PDK û dewleta Tirk ya qirker û dagirker qut nagirin dest. Ev êrişên artêşa Iraqê ên ku têne kirin bi zextê PDK û dewleta Tirk ya dagirker tên kirin. Bi van êrîşên ve dixwazin carek din koletiyê bi me û gelê me bidin qebûl kirin. Dixwazin axa me dagir bikin. Civaka me di rewşa koletî de bihêlin. Beşek ên ku di nava Iraqê de ne vê fermana dewleta Tirk û ya PDK’ê pêk tînin. Bi vê yeke jî dixwazin îrada me ya siyasî tune bikin û me vegerînin rewşa 2014’an. Em wek perçeyek ji Iraqê heya niha bi Iraqê re hevbeş cih girtiye. Em dikarin bi Iraqê re êrîşên li ser axa Iraqê çêdibin bertaraf bikin. Lê belê di vê rewşa dawî de di roja cejna gelê me de êrîşî me û civaka me kirin tê wateya tunekirina nirxên me.

Ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya niha me xwest em bi hevre pirsgrêkên xwe çareser bikin û helwesta me jî bi vî rengî bû. Rûxmê van hemû helwestên me, dîsa jî xwestin bi vê êrîşê ve destkeftî û nirxên me binpê bikin. Li hember van helwest û êrîşên artêşa Iraqê ku bi vî rengî êrîşî me dike, me jî mecburî bersivdayînê dike. Di van êrîşan de rêhevalekê me gihîşt şehadetê û 2 rêhevalê me jî birîndar bûne.

Di van êrîşên dawî de ji bo ku pirsgirêk bê çareser kirin, me rêka diyalogê her tim vekirî hêla û em dîsa vê bîr û baweriyan de ne ku pirsgirêk çi dibe bila bibe encex bi rêya diyalogan wê çareser bibe. Em wek YBŞ’ê û YJŞ’ê heta niha ji bo rizgarkirin û parastina vê xakê, me bi sedan fermandar û şervanên qehreman dan. Me di şert û mercên herî zehmet de xaka xwe û gelê xwe parast. Me li hember çeteyên hovane yên DAIŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin û çeperên xwe heya niha ti carî berneda. Ji vê rojê pê ve jî emê li hember hemû cûreyên êrîşan li berxwe bidin. Soza ku me daye şehîdên xwe yên qehreman û gelê me yê welatparêz, emê ev xaka qadîm heya dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button