Ciwanên Êzidî yên ji aliyê Iraqê ve hatine girtin hîn nehatine berdan

Zêdetirî mehekê ye 3  ciwanên Êzidî yên ji aliyê hêzên Iraqê ve hatîne girtin, bêyî ku ti sedemê diyar bikin, bernadin. Welatiyên Êzidî bang li hikûmeta Iraqê kirin ku di demek zû de wan ciwanan berde.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin di 20’ê Kanuna 2021’an de bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav kirin. Di roja 3’yemîn de, ciwan ji aliyê polîsên Iraqê ve li Sinunê hatin astengkirin. Polîsan bêyî ku hîncetekê nîşan bidin, rê li ciwanan girtin û 3 ciwanên bi navê Salim Dawid Silêman (17), Elî Xêrî Eliyas (21)  û şofêrê wan Xwedêda Hecî Heyder jî girtin.  Tevî  ku rayedarên polîsa îdîa dikirîbûn ku  ewê di nava demek kurt de ciwana berdin lê  heta niha ev ciwan nehatine berdan.

Welatiyên Şengalê  girtina ciwanan derqanûnî pênase dikin û diyar kirin ku ciwanên ku ji fermanê rizgar bûne niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên girtin û daxwaza berdana wan dikin.

‘Girtina wan biryarek siyasî ye’

Welatiyê bi navê Elî Mişko diyar kir ku her çalakiya ku li Şengalê bê kirin mafê xelkê Şengalê ye û pêwîste Iraq rêzê li mafê wan bigire û got: “Em di fermanan re derbas bûne û  bi hezaran ciwan û însanên me hatine qetilkirin, lê ti kesî dengê xwe nekiriye. Ciwanên me tiştekî ne yasayî nekirine, belku xwesetine xizmeta civaka xwe bikin, lê ji aliyê Iraqê ve hatine girtin. Em vê girtinê, weke biryarek siyasî dibînin û  em bang li Iraqê dikin ku bi zûtirîn dem ciwanên me berdin.”

Endamê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Mûsa Hecî diyar kir k ciwanên wan bi hînceta belavkirina pirtûkên Rêber Ocalan hatine girtin û got: “Ev ne tiştekî qedexeye, heya ku ciwanên me ji ber bêne girtin.  Em dibînin hikûmeta heyî tenê ji bo kemîneyan heye û qanûnê li ser  me pêk tîne. Em dibînin li Bexdayê di dema xwepêşandana de bi hezaran kes hatine qetilkirin û birîndar kirin, lê heta niha me nedîtiye hesab ji kesekî hatî xwestin. Lê ji ber ciwanên me pirtûkên Rêber Apo bevav dikirin hesab dixwazin. Ev ne karekî di cih de ye. Em daxwaz dikin ku ciwanên me bêne berdan. Divê Iraq fermana ku li ser gelê me hatiye li ber çavan bigire û dijberiya Êzidiyan neke. Em bang li gelê xwe dikin ku bibin yek û dema mijar bû Êzidî dest ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û bibin yek dest.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button