Fermandar Nûjîn Amed li Şengalê hate bibîranîn 

Li Şengalê ji aliyê Fermnadariya YJŞ’ê ve bi merasîmekê  Fermandara YJA-Star Nûjîn Amed (Suna Taş) ku di 29’ê Nîsana 2021’an de li eyaleta Amedê ya Bakûrê Kurdistanê, di şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû,  hate bibîranin û soza pêkanîna xewn û xeyalên Şehîdan hate dayî

 

Fermandariya YJŞ’ê bi boneya şehadeta fermandara YJA-Star Nûjîn Amed (Suna Taş) ku di sala 2014’an de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, bi koma yekem a gerîlayên azadiyê re bi hawara Şengalê çûbû, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê merasîmek lidar xist. Di merasîmê de  gelek dayikên Êzidî,  tevî nûnerê sazî û rêxsitnên jinan ê Şengalê amadebûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê teviya şehîdên têkoşîna Tevgera Azadiyê destpê kir.

Piştre li ser navê Fermandariya YJÊ’yê Axîn Entîqam axivî. Entîqam di serî de sersaxî ji tevahiya gelê Kurd re xwest û got: “Em wek YJŞ’ê ku bi keda Şehîd Nûjîn rêhevalên wê hatine afarndin, me ji hêza wan cesaret girt ku em li axa xwe û îradeya xwe xwedî derkevin. Hevrê û pêşengên me bi ruhekî polayî sînga xwe dana dijmin û bi çekên xwe di 3’yê Tebaxa 2014’an de rê li ber ferman û qirkirina civaka me ya Êzidî girtin. Me jî wek YJŞ’ê me xwest  di vê rojê de  bi dayikên xwe re  Şehîd Nûjîn  bibîr bînin û soza xwe ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan dûbare bikin.

Em dizanin wekî  gelê Êzidî ku li kûderê pêwîstiya mirovahiyê, jin û zarokan bi alîkariyê hebe, wê gerîlayên azadiya Kurdistanê hewara wan biçin.”

Axîn Entîqam wiha domand: “Di sersala 21’an de fermanek li me rabû ku wisa bû zarok ji tîna û birça bimirin, ev tişt qet li cîhanê çê nebûye. Di 3’yê Tebaxê hate diyarkirin ku kî ji bo mirovahiyê û kî ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Şerê ku niha Tirkiye li hemberî gerîla dide meşandin, ewe ku dixwaze di şexsê gerîla de li Rojhilata Navîn Kurdan tine bike ye. Em dibînin yê herî zêde di vî şerî de destekê û sîxûriyê ji dijmin re dike PDK ye. Çawa ku li Şengalê rûyê xwe yê reş derxist û bû sedem ku bi sedan jin û zarokên me werin qetilkirin, niha jî heman tiştî dubare dike. Pêşiya dewleta Tirk dikeve û xiyanetê dike.”

Axîn Entîqam herî dawî got: “Ji bo tolhildana rêhevlên em çi ji destê  me bê xwestin, li kuderê be bila bibe em amadene tola xwe hilînin. Em ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.”

Piştî axaftinê li ser kestayet û jiyana Şehîd Nûjîn sînevîzyonek hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button