Ji wargehên Dihokê zêdetirî hezar Êzidî vegeriyan Şengal û Deşta Nînovayê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hezar û 115 koçberên Êzidî vegeriyan ser warên xwe yên li Şengal û Deşta Nînovayê.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê vegerandina koçberan ya ji bo warên wan, daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya planên hikumet û wezaretê ya ji bo vegera koçberan de, îro hezar û 115 koçberên Êzidî, bi daxwaza xwe ji wargehên Dihokê vegeriyane ser cih warên xwe yên resen ên li Şengal û Deşta Nînovayê.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button