Welatiyên Şengalê: Yê werin ser birînên me dîlanê bigrin!

Civaka Êzidî li navenda Şengalê jî li meclîsa xwe kombû û hewildana dagirkirina xaka Şengalê ji aliyê hêzên PDK ve şermezar kir û gotin ewê ti demî qebûl nekin. Şêniyan got, “Heya niha hestiyên windahiyên me nayên peyda kirin. Yê vêcar cardin werin ser birînên me dîlanê bigrin?”

Hêzên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê ji serê sibehê ve di hewildana dagirkirina Şengalê debûn.  Civaka Şengalê bal dikşîne ser ku yêk ji armancên wan pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye û bi berxwedaniyê bersiv dide.

Piştî Meclîsa Xweser a Şengalê banga berxwedaniyê kir Şengalî li çar aliyê Şengalê seferber bûn û li hemberî hewildana dagirkirinê bertekên tûnd nîşan didin.

Li navenda Şengalê jî gel û hêza parastina Şengalê asayîş jî seferber bûbû. Ji saetên sibehê ve hêzên parastina Şengalê li navenda Şengalê bicîh bûbû û ewlehiya navendê digirt. Li meclîsa navenda Şengalê jî civaka Êzidî li hev kom bûbû û gotin ger hewildanek wana ji milê navenda Şengalê ve ji bo derbasî xaka Şengalê bibe pêkbê ewê pêşiya wan bigrin û ti demî nehêlîn xaka pîroz ya Şengalê dagir bikin.

Yêk ji jinên cîwan ya bi navê Suat Xelef ji ajansa me re axivî û got ku ew weke xelkê Şengalê ti demî hatina hêzên PDK bo Şengalê qebûl nakin. Suat Xelef wiha pêde çû; “Çawa ku peşmergeyên PDK 2014 me hiştin û bazdan û me di destê dijmin de hişt, bi hezaran jinên Êzidî kete destê DAIŞ de, kalemêr û cîwanên me kuştin. Heya niha hestiyên wan nayên peyda kirin. Yê (peşmergeyên PDK) vê carê cardin werin ser birînên me dîlanê bigrin? Hêjan hestiyên me li çolan ne, me kom nekiriye, cardin dibêjin emê werin Şengalê. Em ti demî vê yekê qebûl nakin. Heya kesek ji me maye em qebûl nakin. Bila qenç zanibin ya mirina me ye yan hatina wan e. em heya hene em nahêlin cardin bên.”

‘Em nahêlin cardin 2014 dûbare bibe’

Delal Berekat ku ew jî ji saetên sibehê ve bi civaka xwe re li ser piyan bû û li Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Navenda Şengalê amade bû ji ajansa me re axivî û wiha got; “Em hatina wan bo Şengalê ti demî qebûl nakin. Çawa ku 2014 me hiştin û bazdan, wan me di destê DAIŞ de hiştin. bi hezaran keçên me ji xwere birin. Goştên zarokên wan dan dayîkên me, ma ew ne kezeb bûn. Niha cardin dixwazin vegerin Şengalê. Bila vêna baş bizanin ku em vêna ji bo wan qebûl nakin. Em nahêlin cardin bibe weke 2014’an, cardin fermanekî din li ser serê miletê me rakin.”

BERÎVAN ŞENGALÎ-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button