Berxwedana xelkê me 66 roj li pey xwe hişt

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 66’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike. Îro jî xelkê me ji Sinunê û Duhola berê xwe dan cihê çalakiyê û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê anîn ser ziman

Yêk ji wan mamosta Nayîf Xelef ku serdana konê  çalakiya destekdayîna Asayişa Êzidxanê kir ji rojnews re wiha axivî; “Em wek mamosteyên Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê heta dawiyê li pişta çalakiya konê rûmetê ne ku ev 66 roj e ji bo îrada xwe, li dijî peymana 9’ê Cotmehê û gefên Erdogan li ber xwe dide. Ji bo Êzidiya ev berxwedaniyekî gelek girîng e. Êzidî ji bilî îrada xwe baweriya xwe çi hêzekî din dê neyînin ku wan biparêze.”

Nayîf Xelef bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li dijî gefên Erdogan û wiha pêde çû: “Bedengiya hikûmeta Iraqê li dijî êriş û gefên Erdogan, hîn zêdetir destê dewleta Tirk a faşist xurtir dike. Iraq weke pezek bê şivan lê hatiye. Ewlehiya Şengalê ji ya Iraqê baştir e. Ji ber ku Êzidî xwe bi xwe parastina xwe dikin. Em ê heta dawiyê li dijî gefên hêzên ku îrada Êzidiya nas nakin li ber xwe bidin.”

Fehîme Silêman ku ji ajansa anf re axivî wiha gotiğe; “Li Şengalê gelek berdêlên giran hatin dayin û em ê jî xwedî li van berdêlan derkevin, em ê terka axa xwe nekin. Di dema fermanê de PKK hat vir û me ji kuştinê rizgar kir. Niha jî zarokên me li vir parastina me dikin û em ê jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê bê zanîn wê têkoşîna jin û dayikan bi ser bikeve. Em ê çalakiyên xwe bi biryar bidomînin.”

Nûrê Şengal jî got, “Xelkê Şengalê bi hêza xwe û berxwedana xwe, hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ ava kir. Em li vir parastina wan dikin.

Sûat Silêman jî destnîşan kir ku heta asayîşa xwe bidin qebûlkirin wê li ber xwe bidin.

Show More
Back to top button