Mezargeha ‘Mehema Marşa’ dubare hat avakirin 

Piştî 8 salan li ser ruxandina perestgehên Êzidiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, cara yekem civaka Êzidî merasîma bi boneya ‘Mehema Marşa’ li darxistin.

Di fermana sala 2014’an ya li Şengalê de çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek mezin bi ser civaka Êzidî de anîn, her wiha gelek cihên pîroz ruxandin. Piştî vegera xelkê Êzidî li warê xwe, dubare dest bi avakirina mal û cihên xwe yên pîroz kirin.

Yek ji perestgehên Êzidiyan ku di dema ferman sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatî ruxandin Mezargeha ‘Mehema Marşa’ bû. Piştî xelkê Êzidî li Şengalê vegeriya bi alîkariya rêxistinên sivîl û Rêveberiya Xweser li gel Mezargeha‘Mehema Marşa’ gelek perestgehên din dubare hatin avakirin. Mezargeha ‘Mehema Marşa’ dikeve başûrê Şengalê.

Her sal di 29-30’ê Îlonê de di nava civaka Êzidî li Mezargeha ‘Mehema Marşa’ merasîmên olî ku bi sedan kes tevlî dibin tên li dardixistin.

Di nava qubeya Mezargeha ‘Mehema Marşa’ de qumaşek reng û reng ku yek ji beşên pîroz yên civaka Êzidiye heye. Ev qumaş ji ber ku di nava ava perestgeha Laleşê de hatiye anîn pîroz tê dîtin. Kesên ku serdana perestgehê dikin, ji bo daxwazên wan pêkbên ew qumaş pîroz girê didin.

Yek ji pîrên Êzidiyan Pîr Kemal Çolî li ser perestgeha Mezargeha ‘Mehema Marşa’ ji Rojnews’ê re axivî û got: “Em dixwazin di nava aramiyê de jiyan bikin. Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gelek welatiyên Êzidxanê penaberî Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Sûriyê û welatên cîhan bûn. Piştî xirabkirina Mezargeha ‘Mehema Marşa’ ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, bi alîkariya hinek rêxistinên sivîlan û Rêveberiya Xweser ve me karî ku li nêzîkî Mezargeha ‘Mehema Marşa’ holek avabikin. Duh roja destpêkê ya merasîmên serdana mezargehê bû û îro jî bi fermî dest pê dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button