Şeredariyên Şengalê êrişên dewleta Tirk Şermezar kirin: Em ê dest ji axa xwe bernedîn

Şaredariyên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ji gef û êrişan natirsin û wê ji bo parastina welatê xwe li ber xwe bidin

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê Şaredariyên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Gelek endamên şaredariyên Şengalê amade bûn. Endamê Rêveberiya Şaredariya Serdeştê Xelîl Hecî li ser navê şaredariyan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Em wek civaka Êzidî û şaredariyên Şengalê van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi  teknelojiya pêşketî li ser gelê me yê Şengalê û xelkê me yê sivîl pêktîne şermezar dikin. Em didin diyarkirin ku me çawa xwe li hemberî DAIŞ’ê girt û berxweda, em ê li hemberî hemû êrişên din ji li ber xwe bidin. Weke şaredariyên Şengalê em çawa xizmetê ji Şengalê re dikin, em ê ji bo parastina welatê xwe li ber xwe bidin û ji ti kesî re serî netewînin. Dewleta Tirk a dagirker bi  behaneya PKK’ê êrişî  Şengalê dike û gelê me yê medenî dike hedef. Her kes dizane ku gerîlayên PKK’ê piştî civaka Êzidî ji hovîtiya çeteyan parasin li ber çavê her kesî ji Şengalê vekişiyan. Armanca dewleta Tirk ewe ku gelê Şengalê ji Şengalê derkeve, lê em didin diyarkirin ku em ji gef û êrişan natirsin û emê dest ji axa xwe bernedin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button