Li Şehba amadekariya Çarşema Serê Nîsanê

Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Suad Hiso cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got: "Çejina Çarşema Sor em bi hêviya pêkanîna aşîtî û aramiyê pêşwazî dikin"

https://www.youtube.com/watch?v=99IW-0DLuPo

Cejna Çarşema Serê Nîsanê cejna herî kevnar a civaka me ye. Ev cejin her sal li Rojavayê Kurdistanê jî di çarşema duyem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya civaka me di vê çarşemê de gerdûn hatiye avakirin. Di vê cejnê de hêk têne kelandin û reng û reng boyex kirin. Hêk  temsîla nû avakirina gerdûnê dike û teşeya wê xuya dike.

Êzîdiyên Efrînê jî piştî herêma Efrîn a Bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve di 18’ê Adara 2018’an de hate dagirkirin li kantona Şehbayê bi şêniyên Efrînê re bi cih bûn. Civaka me li bin şert û mercên koçberiyê re jî dîsa dev ji çand û baweriyên xwe bernedan û her sal cejina Çarşema sor bi derfetên kêm pêşwazî û amadekariyê wê dikin.

Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn dest bi amadekariya şahiya cejina Çarşema Sor ên mîna  stran, lavayên cejinê, govend û kelandina hêkan kirine. Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê Suad Hiso behsa girîngiya vê rojê kir.

“CEJİNA ÇARŞEMA SOR CEJİNA VEJÎNA GELAN E”

Suad cejina Çarşema Serê Nîsanê li tevahî gelan pîroz kir û got: “Em cejina Çarşema Sor li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi teqîna mezin Big Bang gerdûn hate avakirin û em bi wê teqînê vê cejinê pîroz dikin. Bi rêya Melekê Tawiz çar hêmanên bingehîn a cîhanê hate avakirin ba, av, ax û agir ji bo ku jiyanekê bide tevahî zindiyên li ser rûyê erdê dijîn ew jî di roja çarşemê de pêk hat. Ev cejina vejîn û avakirina gerdûnê ye li ser vê esasê ev çarşem tê pîroz kirin. Gerdûn bi hemû rengan hate xemilandin.

“EV CEJİN BİBE CEJİNA AŞİTÎ Û ARAMİYÊ”

Suad pîrozkirina Çarşema Serê Nîsanê wiha tîne ziman: “Di vê cejinê de em hêkan dikelînin dema hêk bên cemidandin teşeya gerdûnê temsîl dike. Em hêkan bi rengên jiyanê dixemilînin. Di meha Nîsanê de nabe erd bên ajotkirin an kes bizewice ji ber ew mehek pîroz e. Di heman demê de tevahî zindiyên li ser rûyê erdê, xwe divê mehê de zêde dikin. Her şaristaniyek li gor orf û adetên xwe vê cejinê pîroz dikin. Em hêvî dikin ev cejin bibe cejina aşitî û aramiyê. Em ê bi rihê pîrozkirina cejina Çarşema Sor azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

ÇAVKANî: HESNA MIHEMED-ŞEHBA-ANHA

Show More
Back to top button