Kar û xebatên Şaredariya Gel a Şengalê ji bo hemû pêkheteyan didome 

Şaredariya Gel a Şengalê ya ser bi Rêvebriya Xweser a Şengalê bê navber ji bo hemû pêkhateyên Şengalê kar û xebatên xwe didomîne. Ji bo  çêkirina riyên gundên herêmê pêngavek nû daye destpêkirin.

Şaredariya Gel a Şengalê ya ser bi Rêvebriya Xweser a Şengalê tevî kêm derfetiyan jî ji bo hemû pêkhateyên Şengalê bê navbere kar û xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de şaredariyê li ser daxwaza welatiyan dest bi çêkiriya riya 20 gundên Ereb kiriye.

Niha Şaredariya Gel a Şengalê ya ser bi Rêvebriya Xweser a Şengalê li gundê Til Mişrif dest bi kar û xebatên xwe kiriye.

Welatiyên Ereb  jî spasiya Şaredariya Gel dikin û didin diyarkirin ku heta niha ew ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine paşguhxistin û ji aliyê dewletê ve ji bo wan ti ximzet nayê kirin.

Welatiyê bi navê Xidir Şaban diyar kir ku heta niha hikûmetê ji gundê wan re ti ximzet nekiriye û got: “Heta me xwe digihand riya sereke me gelek zehmetî didît. Niha em rihetin. Ji ber ku wê ji bo me hatin û çûn hêsan bibe. Neta niha li vê xeta sînor ji aliyê dewlet û ti kesan ve ji bo gundan ti xizmet nehatiye kirin.”

Welatiyê bi navê Ehmed Xelîl jî got : “ Li van riyan hatin û çûn pir zehmet bû. Me nedikarî em bi hêsanî hatin û çûnê bikin. Ji ber  dema   zevî şil dibûn, êdî kes nikare bikar bîne. Niha kar ji bo rastkirina riya tê kirin . Em  spasiya Şaredariya Gel dikin ku vî karî dike. Ji bo Şaredariya Xanesorê û alîkariya wan a bi me re jî em spasiya wan dikin. Em daxwazê ji şaredariyê dikin ku li gorî derfetên di destê xwe ji van gundan re xizmetê bike. Rewşa gund di aliyê xizmetguzariyê de ne gelek başe. Ji ber ku heta niha berê ti kes nehatiye ji bo me nekiriye.”

Berpirsê Şaredariya  Gundê Hesawîk Bedîa  Mesûd   da  zanîn ku pêwîstiya 20 gundên wê herêmê bi xizmetguzariyê heye û got: “Me  bi hevkariya Şaredariya Xanesorê dest bi çêkirina riyan kiriye. Niha em li gundê Til Mişrif kar dikin û karê me ji bo hemû gundên din jî wê dewam bike.  Riya ku em sererast bikin nêzî 30 kîlometreyane.  Tenê Şaredariya me li vir kar dike û ji bilî me tu kesekî din   xizmet ji bo van  gunda nekiriye.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button