Rîham Hesen: Cejna Êzî banga vegera li Şengalê ye 

Hevseroka Desteya Rêvebir ya Şengalê Rîham Hesen bi peyameke taybet Cejna Êzî li hemû Êzidiyan pîroz kir û got: "Hêviya me ewe cejn bibe wesîle ji bo azadî, aramî, tifaq û jinûve avakirina Şengalê. Banga me ji bo gelê me yê koçbere ku vegerin û li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin."

Piştî rojiyên Êzî ku roja Sêşemê destpê kir û 3 rojan berdewam kir, îro yek ji cejnên herî pîroz ya civaka Êzidî, Cejna Êzî tê pîrozkirin. Hevseroka Desteya Rêvebir ya Şengalê Riham Hesen, bi boneya rojê peyameke taybet gihand Êzidiyên li çar aliyên cîhanê.

Rîham Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Cejna Êzî li hemû Êzidiyan pîroz kir û got: “Bi taybet gelê me yê ku piştî 9 salan vegeriyane Şengalê îsal cara berî ye wê cejna xwe li cih û warê xwe pîroz dikin. Em bi dil û can cejna wan pîroz dikin. Dîsa Êzidiyên me yên Efrînê, di bin zextên diijmin de terka bîr û baweriya xwe nadin û cejna xwe li Şehbayê pîroz dikin, em cejna wan jî pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin. Her Êzidiyek ku ji bo parastina çanda xwe têkoşînê dike, em cejna wan pîroz dikin. Her wiha em cejna YJŞ, YBŞ, Asayîşa Êzîdxanê pîroz dikin.”

‘Di cejnên pîroz de êrîşî civaka Êzidî dikin’

Rîham Hesen bibîr xist ku Cejna Êzî yek ji cejnên herî qedîm ya civaka Êzidî ye ku ji dîrokê ji wan re mîrate maye û peyama xwe wiha domand: “Em li ser xwe ferz dibînin ku em karibin vê cejna qedîm biparêzin. Li ser civaka me ya Êzidî çiqas êriş çêbe jî em dest ji cejnên xwe, çanda xwe bernadin. Em dibînin di cejnên me yên pîroz de êrişî civaka me dikin. Wextê fermana 2014’an êvara cejnê bû, DAIŞ’ê bi ser civaka me de girt. Di rojeke me ya pîroz de ferman bi ser me de rakirin. Dijmin dixwaze cejnên me tune bike. Em çendî karibin li axa xwe vegerin, em bi rê û resmên xwe ve girêdayî bin. Ev wê bibe bersiva me. Hebûn û nasnameya Ezdatiyê cejnên wê ye.”

‘Cejn bibe wesîleya azadî, aramî û vegera li Şengalê’

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Rîham Hesen diyar kir ku hêviya wan ewe Cejna Êzî bibe wesîle ji bo azadî, aramî, tifaq, veger û ji nû ve avakirina Şengalê û wiha dawî li peyama xwe anî: “Em vê cejnê wisa bibînin ku wekî vexwendinekê be ji bo gelê me. Bi taybet bibe banga me ji bo gelê me yê koçber ku vegerin Şengalê û karibin vê cejnê bi gelê xwe re li ser axa xwe pîroz bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

15/12/2023

Show More
Back to top button