Hunermendê Êzidî Sebrî Şengalî wefat kir 

Hunermendê Êzidî Sebrî Qasim ku di nava civaka Êzidî de weke Sebrî Şengalî dihate naskirin, duh bi şev wefat kir. Cenazeyê Sebrî li Goristana Şerefedîn ya Çiyayê Şengalê spartin axê

Sebrî Şengalî li komelgeha Borik ya Şengalê dayîk bûye û bavê 6 zarokan bû. Sebrî hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de dest bi stran gotinê kiriye.

Hunermendê Êzidî Sebrî duh bi şev nexweş dikeve wî radikin nexweşxaneya Dihokê. Sebrî li nexweşxaneyê hemû testên xwe digre lê ti nexweşiyek nehate tespîtkirin. Sebrî ji Dihokê vedigerînin malê, lê bi şev li malê wefat dike.

Cenazeyê Sebrî Şengalî îro li Goristana Şerefedîn bi amadebûna xelkê Şengal û hevalên wiyên hunermend, spartin axê.

Hunermendên Şengalê ji ber wefata Sebrî xemginiya xwe anîn ziman.

Hunermend Berekat Şengalî destpêkê sersaxiyê ji tevahiya Şengaliyan re xwest û ragihand ku wana îro stêrkek ji hunera Şengalê ji dest da. Berekat got ku Sebrî bi hunera xwe xizmetek mezin ji Şengalê kir, ewê weke hevalên wî heya dawî li hunera wî xwedî derkevin.

Hunermend Feqîr Mîrza jî got; “Me birayek xwe ji dest da, ji ber me bi hevre hevaltî kir û stran got. Xizmeta wî ticarî nayê ji bîr kirin.”

Hunermend Çelo Şengalî jî dibêje; “Ew gula civata bû, em bi wefata wî pir êşiyane. Xwedê sebrê bide, cihê wî biheşt be.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button