Xwedêda Ilyas: Li Şengalê tifaq çêbû, kes nikare rê li ber bigire! 

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bang li hikumeta Iraqê kir da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ya Şengalê esas bigire û ev peyam da: “Ev tifaq li ser berjewendiyên gelê Şengalê hatiye avakirin, dema tifaqî çêbû kes nikare rê li ber wê tifaqê bigire.”

Demekî dirêj bû ku hewldanên avakirina yekitî û tifaqa hemû alî û pêkhateyên Şengalê berdewam dikirin. Hevdîtin û xebatên di pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê de encam da û di 24’ê Hezîranê de bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî tifaqeke xurt a siyasî û civakî hate ragihandin. Ji aliyê ol û baweriyan ve nûnerên Şîa, Sune, Mesîhî û Êzidî, ji aliyê hêzên siyasî ve jî PADÊ, Teqeddûm û YNK beşdarî vê tifaqê bûn. Di daxuyaniya hevpar a van hêzan de veger û ji nû ve avakirina Şengalê weke xala sereke hatibû destnîşankirin. Her wiha ji bo avakirina rêveberiya nû ya Şengalê (Qeymeqam, Şaredarî, rêveberên nahye û hwd.) biryar û îradeya gel esas tê girtin û siyasetek hevpar tê pêşxistin.

‘Pêngava avakirina Şengalê wê xurtir bibe’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas derbarê avabûna vê tifaqê û armancên esasî ji ajansa me re axivî. Xwedêda Ilyas tifaqa ku hatiye avakirin li hemû gelê Şengalê pîroz kir û got: “Ev yekitiya siyasî ku hatiye avakirin wê karibe bi beşdariya hemû aliyên cûda pêvajoya ji nû ve avakirina Şengalê xurt bike.”

‘Veger, avakirin û îdareya Şengalê’

Xwedêda Ilyas bibîrxist ku hemû ol, bawerî û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî vê tifaqê bûne û ev nirxandin kir: “Ev 9 sal in kar û xebat li Şengalê di nav şertên zehmet de pêşdiketin, hinek alî nedixwestin kar û xebat were meşandin. Lê îro gelê Şengalê dixwaze peywendiya xwe xurt bike, bi vê yekîtiyê wê Şengal were avakirin. Yek ji xalên peymana vê yekîtîyê ew e ku vegera gelê Şengalê were pêşxistin. Xala duyemîn jî avakirina Şengalê ye. Xala sêyemîn jî avakirina îdareya Şengalê ye ku hemû sazî û dezgeh ji vî gelî re kar bikin.’’

‘Divê hikumeta Iraqê vê tifaqê esas bigire’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas her wiha bang li hikumeta Iraqê jî kir da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê vê tifaqê esas bigire û ev peyam da: “Şengal di zor û zehmetiyan re derbas bû, lazime hemû aliyên siyasî êdî girîngiyê bidin Şengalê. Ev tifaq li ser berjewendiyên gelê Şengalê hatiye avakirin, dema tifaqî çêbû kes nikare rê li ber wê tifaqê bigire.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button