PADÊ li gel partî û aliyên Şengalê civiya 

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi boneya salvegera 8’an a fermana li ser Şengalê bi dirûşmeya “Avakirina xweseriya Şengalê hesab xwestina fermana ye” civînek berfireh bi partiyên siyasî û aliyên Şengalê re lidarxst. Di civîne de Rêvberiya Xweser banga yeketiya partî û aliyên li Şengalê kir û got : “Ji bo bi destxstina mafê xwe pêwîste em hemû bi hevre kar bikin.”

Bi boneya 8’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka PADÊ bi partiyên siyasî yên Şengalê, kesên serbixwe, Şîa, serok eşîr û Rêveberiya Xweser re civînek berfireh lidar xist. Di civînê de her yek ji nûnerên Partiya Pêşveroya Êzdiyan, YNK, Hyea Eşayr, Rêveberiya Xweser a Şengalê, nûnerê Şîa yên Şengalê, Heşda Şabî,YBŞ, Asayîşa Êzîdxanê, TAJÊ’ê û kesên serbixwe amadebûn.

Civînê li Navenda PADÊ ya li Sinûnê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan despêkir.

Di despêka civînê de Endamê Polîtbûroya PADÊ Hisên Hecî axivî. Hecî bal kişande ser fermana ser Şengalê û got : “Ev fermana li ser Şengalê pêk hatî, taybet li dijî civaka Êzidî bû. Lê pilana wan neçû serî. Li kêleka Êzidiyan Şîayan jî zerer dîtin. Niha 8 sal derbas dibin ku gelê me hîna li koçberiyê ye. Şengal nehatiya avakirin û pilanên li ser Şengalê dewam dikin. Ji bo em karibin li dijî van pilana derkevin pêwîstiya me bi yeketiyê heye. Ev kombûna me ya li vir bersiveka ji dijmin re û ev wê peyamê dide ku em wek pêkhateyên Şengalê me dest ji mafê xwe bernedaye.”

Serokê Partiya Pêşvero ya Êzdiyan Saet Betûş jî axivî û got: “Fermanên li ser me pêk tê û pilanên li ser me tên meşandin, sedem ne yekbûna meye. Eger me xwe naskir û em bûne yên xwe me ne ji aliyên derve re kar nekir emê bibin xwedî maf û emê karibin Şengalê vegerînin a Êzdiyan. Heya em xwe nasnekin ewê ferman liser me berdewam bin. Hin partiyên Êzdiyan hene lê ne ji bo Êzdiyan kar dikin. Lê pêwîste em partiyên Êzdiyan ji bin bandora aliyên derekî derxin.”

Nûnerê Şîa yên Şengalê Seyd Mehmûd Erecî jî got : “Ne tenê Êzidî belkû Şie jî di fermanê de rastî êrîşê hatin û zerer dîtin. Em jî ji ser malê xwe koçber bûn. Li kêleka Êzidiyan em reviyan çiya. Rola PKK’ê ya di rizgarkirina herêmê û gelê Şengalê ji qikirinê de em ji bîr nakin û ew bûn sedem ku em niha jiyan dikin.”

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demikartîk a Şengalê Xezal Reşo jî balkişande ser kombûna partî û aliyên li Şengalê û got : “Eger em bi vî awayî li hev kombibin û karibin ji bo Şengalê kar bikin emê mafê xwe jî bidest bixin. Ji bo çalakiyên ji bo salvegera Fermanê jî em bang dikin li hemû gelê Şengalê tevlî aliyên siyasî werin em bi hevre beşdarî di çalakiyan de bikin.”

Reşo behsa rola gerîlayên PKK’ê ya di rizgarkirina Şengal û civaka Êzidî ya ji qikirinê de jî kir û got : “Herkes dizane ku PDK’ê Şengal valakir û bûn sedema fermanê. Lê gerîla bi hawara me hatin û hemû pêkhateyên Şengalê parastin. Ev rastiyeke û nayê veşartin. Lê nihe pêwîste êdî em xwe bi xwe karibin xwe birêve bibin û hemû aliyên li Şengalê ji bo xwerêvebirina herêmê kar bikin.”

Civînê dû saetan bi nirxandinê giring liser pêşeroja Şngalê dewamkir.

ROJNEWS-ŞENGAL

 

Show More
Back to top button