Ciwanê ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin di Cejna Êzî de gihişt Şengalê

Ciwanê bi navê Rojîn Hedad yê ji Komelgeha Herdan ya Şengalê ku 3'yê Tebaxê ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê, piştî 9 salan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rizgarkirin, di Cejna Êzî de li Desteya Oldaran a Şengalê radestê Rêveberiya Xweser û malbata wî hate kirin. Qurdeleya Navenda nû ya Oldarên Êzidî ji aliyê Rojîn ve hate birîn û bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Ciwanê Êzidî Rojîn Hedad Talal (17) yê ji komelgeha Herdan ya Şengalê ku 3’yê Tebaxê ketibû destê DAIŞ’ê. Rojîn Hedad Talal 26 Mijdarê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Herêma Cizîrê ve ji bajarê Sûrî yê Îdlibê hatibû rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyên Rojava hatibû kirin. Piştî hesreta 9 salan îro gihişt Şengalê û ji aliyê malbata xwe û Rêveberiya Şengalê ve hate pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Oldarên Şengalê Navendek li Geliyê Kersê vekir. Navenda Desteya Oldaran ku di cejna Êzî de vebû, bi destê Rojîn Hedad Talal ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê vekir.

Malbat, Rêveberiya Xweser, namzetê PADÊ Qasim Keşko û Oldarên Êzidî pêşwazî li ciwanê Êzidî yê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyî kirin. Jin bi tilîlî û belavkirina şekrokan pêşwazîkirin.

Malbat û xelkê Şengalê yê bi rizgarbûna Rojîn cot cejin jiyankirin, li navenda Oldaran ya nû hate vekirin, peyamek ji aliyê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ve hate dayîn.

Nayîf Şemo di serî de Cena Rojiyên Êzî li tevahiya civaka Êzidî pîrozkir û got :”Bi saya şervanên me ku ciwanek me ji nava tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, ev cejin bû civaka me bû cot cejin. Di encama ked û hewldanên YBŞ’ê de îro ev ciwanê me gihîşt Şengalê. Em hêvî dikin, hemû rojên me bi cejin û xweşî derbas bibe, bi hêviya hemû dîlên me bên rizgarkirin û vegerin malên xwe.”

Şemo da zanîn niha keç û xortên Êzidî xwe rêxistinkirine û axa xwe diparêzin û got: “Eger em berê xwe bidin Şengalê îro keç û xortên me xwe rêxistinkirine û dikarin parastina gelê xwe bikin. Îro bi amadebûna vî ciwanê me ku ji destê çeteyan rizgar bûye, navenda desteya Oldaran tê vekirin, ev bi xwe peyamek girîge ji bo herkesî. Em Cejna Êzî, vekirina navenda Oldaran û azadkirina ciwanê xwe li tevahiya gelê xwe pîroz dikin.”

Dayika Rojîn Helo Qûlo jî spasiya Hêzên Rojava kir û daxwaz kir hemû kesên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

15/12/2023 

Show More
Back to top button