Vegera ji bo Şengalê: Îro 59 malbatên din vedigerin Şengalê

Di çarçoveya pêngava vegera koçberên di wargehan de a ji bo Şengalê, tê payîn îro 59 malbatên din, bi hevkariya rêxistina koça navdewletî IOM vegerin ser warên xwe.

Roj bi roj vegera koçberên di wargehên Başûrê Kurdistanê de ya ji bo Şengalê zêde dibe. Divê çarçoveyê de îro jî bi dehan malbat vedigerin Şengalê.
Rêveberê nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji Rojnewsê re ragehand ku vegera xelkê berdewam dike û rojane hejmara malbatên vedigerin ser cih û warên xwe zêde dibe. Xwedêda got ku di çarçoveya pêngava vegera gel de, îro wê 59 malbatên Şengalî vegerin ser cih û warên xwe.
Xwedêda da zanîn ku ev malbatên vedigerin ji wargeha Şariya a ser bi Dihokê ne û piraniya wan xelkê Sîba Şêx Xidirê a Şengalê ne.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button