Hisên Sado: Emê heta bidestxistina azadiyê têkoşîna xwe bidomînîn

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado da diyakirin ku plana valakirina Şengalê heye û ji bo ev plan pêkwere dewleta Tirk ya dagirker êrişî xelkê Şengalê dike. Herwiha desnîşankir ku planên mezin li ser Şengalê hene û got; "Xelkê me dibe qurbanê van planên qirêj. Em weke Rêveberiya Xweser ji bo gelê me azad bijî heta dawiyê emê têbikoşîn."

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Demokratîk ya Şengalê Hisên Sado têkildarî rewşa dawî Şengalê û planên qirêj yên li ser wê axivî. Sado da diyakirin ku di vê demê de xelkê Şengalê vedigere ser cih û warên xwe û vegeren ji Şengalê re weke gavekî giringe nirxand û wiha got; “Ji ber ku dibe di demên pêş de herêm derbazî pêvajoyek nû bibe, ji bo ve jî pêwîste xelkê me xwe xwe amade bike.”

‘Pêvajoya ku em têde ne hêsane’

Hisên Sado di serîde rewşa niha ya Şengalê nirxand û got; “Pêvajoya ku em niha têde ne, ne hêsane û planên niha tên kirin ji fermana DAÎŞ’ê xetertir û mezintire. Em dikarîn wek fermana spî binav bikin. Jiber ku erdingariya me ya Şengalê li cihekî pir stratîjîke. Welatên derdorê bi hevkariya hinek aliyên siyasî yên hindir dixwazin xwe li ser herêmê ferz bikin. Ji bo ku van plana pêk bînin, gelê me dike quranî û hemû alî berjewnediyên xwe esas digirin ne yê gel. Em wek Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo em gelê xwe ji van komplo û planên qirêj rizgar bikîn, bi hemû hêza xwe em têdikoşîn û rêya me hilbijartî ku di oxira wê de bi sedan şehîdên me çêbûne, emê bibin serî û dest ji kesekî re danaynîn.

‘Ji bo vegera xelkê Şengalê dema herî guncaw niha ye’

Li ser vegera koçberên Şengalê û vegera Êzidiyan ji bo ser warên xwe Sado wiha got: “Ev demek gelek başe ku gelê me vedigere ser cih û warên xwe. Ji ber ku di demên pêş de em texmîn dikin ku wê herêm di pêvajoyên nû re derbaz bibe û ev pêvajoyane wê bandorek mezin li ser xelkê me bikin. Dema ku gelê me li ser axa xwe be, dikare rê li ber gelek planan bigire, xwe biparêze, xwe birêve bibe û bide jiyankirin. Dema kesek ne li ser axa xwe be, nikare bêje ku ez heme û dikarim bi azadî jiyan bikim. Hebûna mirov bi axa mirov ve girêdayî ye. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê malên li ser ware xwe vedigerin pêşwazî dikîn û li gor derfetên ku di destê mede hene em bi wan re dibin alîkar û pêdiviyên wan yên serekî wek av û kehreb ji wan re peyda dikîn. Ev kar û xebat taybet di aliyê paqijkirina malan û mijarên avê de em berdewam di nava kar de ne bi rêya şaredariyên xwe xizmeta vî gelî dikin.

‘Plangeriyên tunekirinê li ser civaka me hene’

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Şengalê da diyakirin ku ji plangeriyên li ser civaka me ku dixwazin vî gelî qir bikin û ji ser axa wan koçber bikin yek jê astengkirina vegera gelê me yê koçbere. Dema gel berê xwe dide ser axa xwe dewleta Tirk bi balafiran herêmê dike armanc û dixwaze wisa bide xuyakirin ku Şengal ne arame. Em nikarîn bêjin ku gel hemû, lê ev êrîş nikarin vegera xelkê Şengalê asteng bikin. Ji ber ku gel dizane eger venegerin ser axa xwe ewê tune bibin û hedefê dewleta Tirk jî ewe ku Şengalê bê Êzidî bihêle.

‘Êrîşên ser axa îraqê bi hevkarî tên kirin’

Ne tenê li ser Şengalê, êrişên dewleta Tirk ya dagirker li ser axa îraqê bi hevkarî tên kirin. Ji ber wê di aliyê raya giştî de bêdengî heye. Bi balafiran êriş ser serweriya axa îraqê dikin û em wek Êzidî dibin qurabanên van êrîşan. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de, gundê Koço xistin dorpêçê, wê demê dîsa balafir hebûn lê bi balafiran neçûn ew Êzidî rizga nekirin. Eger di berjewendiya dewletên serdest de be balafir tên bikar anîn lê eger ji bo parastin û rizgarkrina canê xelkê medenî be ew balafir û teknîka heyî nayê bikaranînin.

‘Dewleta Tirk hesabê ji Iraqê re nake’

Hisênn Sado di derbarê daxuyaniyên hikûmeta Îraqê yên têkildarî êrîşên dewleta Tirk tên dayîn kir û da diyakirin ku di dema serweriya Iraqe tê binpêkirin, tenê hinek daxuyaniyên lewaz dide lê di aliyê pratîk de tu gavan na avêje. Dewleta Tirk jî tu hesabê ji bo daxuyaniyên wan nake û êrişên xwe bi awayek rûtîn berdewam dike.

‘Koçberî metirsiyek mezine’

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser ya Şengalê Hisên Sado di dawiyê de bal kişande ser pêla koçberiyê û wiha axivî; “Dema xelkê me berê xwe da Şengalê hinek alî hene mijara koçberiyê dikin rojevê. Berê ciwan û xelkê me didin derveyî welat. Ev yek jî metirsiyeke mezine li ser pêşeroja xelkê me û pêwîste xelkê me nekeve van xefikan û dest ji axa xwe bernede.

ÎBRHÎM ÊZIDÎ- ŞENGAL

Show More
Back to top button