‘13 hezar pêşmergeyan nekarin bi qasî 12 Gerîlayan şer bikin’

Endamê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Kûrtay Şengalî 8’emîn salvegera rizgarikirina Şengalê bi destê Gerîlayên Azadiya Kurdistan, şervanan û xwebexşên Êzidxanê ve nirxand û avakirina YBŞ’ê li ser bingehê bersivdayîna hemû fermandên di dîrokê de bi serê Êzidiyan hatine ye.

Endamê Fermandariya YBŞ’ê Kûrtay Şengalî 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê nirxand û wiha got: “ Di şexsê hevalê Egîd Civyan de û Fermandarê mezin Berxwedan Tolhildan, Edesa, Tîrêjan de tevahî şehîdên fermanan bibîr tînim. Wekî tê zanîn hovitiyek mezin ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka me hat. Bi hezaran jin, dayik, zarok di qetlîaman re derbas bûn. Em weke zarokên wan, weke şervanên wan emê hîna serkeftinên mezin, tolhildanên mezin ji dagirkeran werbigrin.Derketina YBŞ’ê ser esasekî hesap xwestina ji dijmine. Weke bersivdayîna hemû fermanên di dîrokê serê Ezidiyan de hatine, hate avakirin.”

Endamê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Kûrtay Şengalî di derbarê salvegera 8’an ya rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re axivî.

Fermandar Kûrtay Şengalî di destpêka axaftina xwe de van yekan anî ziman û got: “Fermana ku li ser civaka me çêbû tiştek tesaduf nebû. Ji ber ji aliyê hemû dewletan ve hatibû plankirin. DAIŞ bi piştgrî û alîkariya dewleta Tirk, çeteyên wê û hevkarên wê ve hat xurtkirin û li ser civaka me de hat şandin. Dema em li kûrahiya dîrokê binêrîn, DAIŞ fînalek ya kapîtalîzmê ye. DAIŞ lûtkeya qetilkirina mirovahiyê ye. DAIŞ projeyekî kapîtalîzmê ya nû bû. Her çiqas 8 sal li ser rizgarkirina Şengalê re derbas bû be jî, ger em bêjîn DAIŞ xilas bûye wê ev yek ne rast be. Ji ber ku her tim kapîtalîzm amûrek nû, sîstemek nû li hemberî netewan derdixîne. Ji ber vê, ji bo ku tu DAIŞ baş nas bikî, divê tu kapîtalîzmê rast nas bikî. Naskirina DAIŞ’ê, naskirina kapîtalîzmê ye. Ji ber ji kapîtalîzmê hovitiyek wisa derket, kapîtalîzm li ser esasê xwîn û destkeftiyên gel bimije, xwe dide jiyankirin.”

‘Rêber Apo Ezdayetî hembêz kir’

Fermandar Kûrtay qala giringiya fikrên Rêber  Apo kir û got: “Hêzên azadiyê, azadîxwaz bi fikir û ramanên Rêber  Apo derketine qadê û mirovahî parastin. Ne tenê gele Kurd, heman demê gele Ereb, Durzî, Xirîstiyan parastin. Hemû gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî civakên li Kurdistanê hatin parastin. Divê em vê rast bixwînin. Her kesî Êzdayetî ji situyê xwe avêt, lê Rêber  Apo Êzdayetî hembêz kir. Di şexsê Êzidiyan de tevahî civak û netew hembêz kirin. Ev yek hêzek nû bi me re da avakirin. Hişt ku em xwe li ser lingê xwe bigrin. Hişt ku em berxwedanek hîn xurt û bihêztir bidin meşandin.”

‘Yên ku Şengal rizgar kirine, qehremanên gelin, ne tirsonekin’

Fermandar Kûrtay di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman û wiha got: “Ji 2014’an heya 13’yê Mijdara 2015’an şerekî dijwar hate kirin. Ev şere li ser du esasan hate kirin. Yek, tolgirtina jinên Êzidî û tolhildana hemû fermanên li ser gelê Êzidî hatiye ev şere hate meşandin. Şerê ku 11 mehan bi taybet li navenda Şengalê de hate kirin. Şerekê îradeyê bû. Êdî divê ev ji bo civaka me bibe dersek, eger di cihekî de berxwedan nebe, îrade nebê, her tim şikandin têde heye. Her tim serî tewandin têde heye. Berê civaka me bi şexsan, eşîran dimeşiya. Lê vê carê tiştekî nû di civaka Êzidî de pêşket. Yek di aliyê îradeyê de, du di aliyê bîrdozî de, sê di aliyê bihêzkirinê de. Van yekan hişt ku civaka me were parastin. Niha hinek derdikevin bi zimanê qirêj, çewt dibêjin me Şengal rizgar kiriye. We Şengal ji kû rizgar kiriye. We Şengal radestî dijmin kir. Ji bo vê gelê me divê bi van peyvên jiberkirî, hafizkirî bawer nekin. Yên ku Şengal rizgar kirine, qehremanên gelin ne tirsonekin. Yên ku Şengal rizgarkirî, şervanên Egîd Civyan bûn, şervanê Berxwedan Tolhildan bûn.

Ev 8 sal bû Şengal hat rizgarkirin. Lê yê ku nahêle Şengal ava bibe, derewên şerê taybet yê mala Barzanî ne.  Hûn ne mirovên şerkerin. Hûn tenê li dijî netewa xwe, dijî gelê xwe şer dikin. Ji derveyî we kî li hember netewa xwe şer dike? PDK lekeyeke, nuqteyeke reşe di dîroka Kurdistanê de. PDK dixwaze fermanê bide jibîrkirin. Weke ku tiştek normal çêbûbe û xilas, ji rêzê nêz dibe. Lê destê kî di van êrişan de hebe, em wek şervanên Êzidî divê em tolê ji wan bigrin.”

‘Îrade nebe tu nikarî gel biparêzî’

Fermandar Kûrtay Şengalî di derbarê bê parastin mayîna Şengalê de wiha got: “13 hezar peşmerge ne kêmin ji bo bajarekî weke Şengalê. Van peşmergeyan li vir çi kirin? 12 Gerîlayên PKK’ê dikarin li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê ynê hov bisekinin. Çima 13 hezar peşmerge nekarin vê yekê bikin. 13 hezar peşmerge nekarin qasî 12 Gerîlayan şer bikin. Mesele çiye, di vir de îrade derdikeve pêş. Îrade nebe û gel yê xwe nebîne, xwe zarokê vî gelî nebîne nikare gel biparêze. Sibê 2 çeteyên Tirkan werin Hewlêrê wê ji wir jî birevin. Ew fêrî bazdan û revê bûne.”

‘Li dijî êrişan emê li ber xwe bidin’

Endamê Fermandariya YBŞ’ê Kûrtay Şengalî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “YBŞ di dîroka Êzdayetî de tiştekê nû bû. Ev 11 mehên berxwedana navenda Şengalê, diyariyek bû ji bo gele Êzidî. Çi dewlet dibin bila bibin yê ku êrişî civaka me bike emê li dijî wî li ber xwe bidin. Mafê me yê rewa heye. Kes bila nebêje hûn çima hene. Em mirovên herî rewa û berxwedêrên li ser vê axê ne. Em hebûn, emê hebin. Divê em koka berxwedanê hîn xurtir bikin. Jiyana azad hîn geştir bikin. Wê demê em dikarîn Êzdayetiyê li ser linga bidin sekinandin. Xwe îradekirin nebe, berxwedan nebê, wê her tim komkujî  çêbibin. Li ser van esasan hemû hevalên ku di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtine, şervanên jin û şervanên xort em silav dikin û vê rojê li wan pîroz dikin. Hedef û armancên ku wan daniye pêşiya me, divê em xwe bigihînin wê armancê. Li ser van esasan emê xwe bigihînin encameka rast.”

ROJ LALEŞ-ŞENGAL

Show More
Back to top button