Xelkê me 94 rojin çalakiyê de ye

Çalakiya xelkê me beriya 94 rojan  ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê hatîbu destpêkirin bi biryardariyek mezin didome

Nerazîbûna xelkê me li hemberî peymana 9 ê cotmehê ya di navbera Bexda û hewlerê de hatîbû îmze kirin her diçe mezin tir dibe. Hem li hemberî peymanê hem ji bo naskirina statuya şengalê û ji bo piştgiriya sazî û rêxistinbûna li Şengalê çalakiya Konê Rumetê jî bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Xelkê me ruxmê hemû serma û seqemê çalakiya xwe bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Çalakî li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” pêktê. xelkê me jî kom bi kom  serdana cihê konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe tînin ser ziman.

Heya niha rêveberiya İraqê tu bertekek erênî nîşanî van daxwaziyên xelkê me nîşan nedaye. Lê belê xelkê me jî bi biryardariyek mezin çalakiya xwe didomînin û dibêjin heya daxwazên wan pêkneyên dê çalakiyên xwe bidomînin.

Show More
Back to top button