Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî jineke din a hatiye rizgarkirin gihand malbatê 

Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî jineke ciwan a Êzîdî ya bi navê Sîpan Xelîl Îsmaîl ku bi rêya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hate rizgarkirin, bi merasîmekî  radestê malbata wê kir. Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî rexne li hêzên Iraqê jî kir ku astengiyê ji dîlên Êzidî re çêdike û destûrê nade ji Rojava derbasê Şengalê bibin.

Jineke ciwan (21) ya bi navê Sîpan Xelîl Îsmaîl ya ji Koçoyê ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye, bi rêya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî gihîşt malbata xwe.

Sîpan Xelîl ya di sala 2014’an de li Koçoyê di temeneke zarok de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê berê niha demekî li Derra ya Sûriyê di dema teqînekî de fersendê dibîne, xwe ji destê çeteyan rizgar dike û li malekî de vedişêre. Piştre ji aliyê Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê xilas kirin û digihînin mala Êzîdiyan. Mala Êzidiyan a Rojava jî bi rêya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, wê gihandin malbatê.

Sîpan Xelîl ji aliyê TAJÊ û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî, malbat û xelkê Şengalê ve bi awayeke qelebalix hate pêşwazîkirin. Jinên Şengalê yek bi yek wê silav kirin û xêrhatin wê kirin.

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî têkildarî  rizgarbûna Sîpan Xelîl daxuyaniyekî da çapemeniyê û got: ”Emê niha bikevin meha reş de. Piranî ferman û êrîş di meha Tebaxê de dijî me Êzidiyan hatine kirin. Her sal di vê mehê de birînên me careke din vedibin. Lê di vê demê de kûlîkek (keçek) ji Koçoyê yanî ji Şengalê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate rizgar kirin, em gelek kêfxweşbûn û spasiya wan dikin.”

Ferîde dazanîn ku saziyeke li Herêma Kurdistanê heye, timî îddÎa dike, ew dîlên Êzidî di berdêla pereyan de rizgar dikin, vê saziyê derewand û ev tişt got: Dîlên me di encama berdêlên mezin û xwîna şehîdan de tên rizgarkirin. Lê mektebeke li Herêma Kurdistane heye, her carê îddîa dike ku ew dîlên Êzidî di berdêla pereyan de rizgar dikin. Ev yek dûrî rastiyê ye. Em bazirganiyê li ser dîlên xwe nakin û bi pere jî nagirin. Weke Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî emê li dijî vêya rawestin û têbikoşin. Ev keçik jî ne bi pere, di encama zehmetiyeke mezin de ji aliyê asayîşê ve hatiye rizgarkirin û radestê Mala Êzîdiyan ya Rojava hatiye kirin.”

Ferîde Şengalî her wiha rexne li hêzên Iraqê yên li ser sînor jî kir û got, hatina Sîpan Xelîl astengkirine, lê di encama hewldanên mezin ên du rojan de karîne wê derbasê Şengalê bikin û teslîmê malbatê bikin.

Piştî daxuyaniyê Ferîde ku ji aliyê birayê xwe ve hate pêşwazî kirin, derbasê mala xwe ya li kampên Herêma Kurdistanêbû.

Li gorî amarên ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daye, heya niha 1117 jin di destê DAIŞ’ê de mane û  zêdeyî 1500 jin jî hatine rizgarkirin anjî rizgar bûne. Li gel rizgarbûna Sîpan Xelîl, ev rêje daket 1116 kesî.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button