Heco: Gelê Kurd û Êzidî ne gelek in serî bitewînin

Hevseroka berê ya MXDŞ’ê Riha Heco bal kişand ser rola hêzên serwer a di qetlîama Êzidiyan de û got: “Ji ber ku gelê Kurd û Êzidî ji bo projeyên xwe xeterî dibînin, êrîş dikin. Gelê Kurd û Êzidî ne gelek in serî bitewînin.”

Hevseroka berê ya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Rihan Heco bi boneya salvegera qetlîama 3’yê Tebaxê ji ANF’ê re axiv.

Bi beşa duyemîn a hevpeyvînê de Heco bal kişand ser salvegera Fermana 73’an û destnîşan kir ku gorên komî nîşaneya qirkirinê ne. Heco anî ziman ku hêzên navneteweyî naxwazin ev delîl derkevin holê ji ber vê gorên komî nayên vekirin û got: “Bikaraîna gorên komî, dixwazin qetlîamê bi parçeyî bidin nîşandan û weke tiştekî biçûk bidin diyarkirin. Gundê Koço ji bo Êzidiyan êşeke mezin e. Tenê qetlîam li ser gundê Koço nehate kirin. Li Şengalê qetlîam tenê li ser gundekê nehate kirin, li vir civakek hate qirkirin.”

Heco diyar kir ku DAÎŞ hêzeke ku hatiye çêkirin û got: “Hêzên kapitalîst ji bo bikevin Kurdistanê serî li rêyên wiha qirêj dane. Niha şerê li ser erdnîgariya me tê kirin, em tên hedefkirin. Em tên perçiqandin, dibin amûrên vî şerî. Şerê li Rojava ne şerê Kurd û Tirk e. Ev şerekî îdelojîk e. Ya li Iraqê jî heman e. Şerê hêzên li ber hev ên îdeolojîk e.Ev şer bi rêbazê, parçe bike û bi rê ve bibe tê kirin. Yên vî şer dikin jî hêzên cîhanî ne.

Heco anî ziman ku Kurd û Êzidî ji bo projeyên xwe xeter dibînin û wiha pêde çû: “Gelê Kurd û Êzidî ne geleke welê ye bi rehetî serî li ber wan bide tewandin. Gelê Êzidî û Kurd ne geleke welê ye hêzên biyanî bên li ser wan hikûm bike.Ji ber ku di xwebûna wan gelan de berxwedan heye. Heqîqetek mirovahiyê ya vî gelî heye. Niha Iraq di bin bandor û rayeya Tirkiye û Emerîka de ye. Dewleteke lê di bin bandora hêzên derve de ye. Gelê Kurd û Êzidî vê yekê qebûl nakin.”

Heco li ser berxwedan û xweragiriya civaka Êzidî jî nirxandin kir û wiha domand: “Ev gel xwe li ser lingên xwe dikare bigire û li ser erda xwe dijî. Bawerî û nirxên wan vê civakê zindî dihêle. Girêdaneke xurt di navbera ax û baweriya vî gelî de heye. Girêdanek welê ye ku tu kes nikare xwe bigihîne wê. Ji ber ku baweriyeke wê heye, ji bo wê girêdaneke xurt heye. Ji xwe bawerî û hêvî hebe, wê serketin teqez be. Dikare li ber her tiştî têkoşînê bike. Civak Êzidî girêdayî axa xwe ye. Êzidî amade ne ku serî bidin, lê ax û bawerî û çanda xwe nadin. Êzidî gelekî serhildêr in. Ji dîrokê bigire heta niha teslîm nebûye. Bi dehan car ferman li ser hat, lê tine nebû. Baweriya xwe didin domandin.”

Hevseroka berê ya MXDŞ’ê Rihan Heco qala qirkirin û korên komî kir û got: “Nêzî 7 hezar jin û zarok ketin destê DAÎŞ’ê. Ji xwe gorên komî hemû nehatine vekirin, niha ne mimkûne li ser vê mijarê hejmarek zelal bê dayîn. Lê li gorî daneyên destê NY’yê, 3 hezar û 500 jin ketine destê DAÎŞ’ê, her wiha 360 hezar jî koçber bûne. Ji van nêzî 100 hezar vegeriyane Şengalê. Hê jî gelek gorên komî hene cihên wan diyar nînin. Rojên borî gorên komî yên nû hatin dîtin. Bi vekirina goran re wê bê nîşandan bê ka qirkirinek çawa hatiye kirin.

Gorên komî nîşaneyên qirkirinê ne. Ev delîl û belgeyan naxwazin, ji bo vê gorên komî nayên vekirin. Li ser gorên komî siyasetê dike. Bi bikaranîna gorên komî dixwazin qetlîamê bi parçeyî bidin nîşandan û weke tiştekî biçûk bidin diyarkirin. Gundê Koço ji bo Êzidiyan êşeke mezin e. Tenê qetlîam li ser gundê Koço nehate kirin. Li Şengalê qetlîam tenê li ser gundekê nehate kirin, li vir civakek hate qirkirin.

Dixwazin tişta bûyî biçûk bidin nîşandan. Dixwazin bi cihekê tenê re sînordar bikin. Heta ev gorên komî neyên vekirin, li ser gel plan tên kirin. Gorên komî yên li Koço diyar in. Peymana 9’ê Cotmehê li ser gel tê sepandin. Qirkirina li ser Êzidiyan parçe parçe tê girtina dest.”

ANF

Show More
Back to top button