MXDŞ’ê li dijî çekên kîmyawî bang kir: Dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ragihand ku dewleta Tirk bi karanîna çekên kîmyawî sûcê mirovahiyê dike û ev bang kir: “Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku, li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk hemû hêz û derfeta xwe bikin nav tevgerê. Ji Şengalê heya Ewropayê hemû Êzidî pêwîst e bi yek dengî û yek dilî li dijî van êrişan rabin. Em baş dizanin ku parastina gerîlayên azadiyê parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye. Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) em bang li hemû hêzên navneteweyî, saziyên eleqeder dikin ku li hemberî sûcen mirovahiyê yên artêşa Tirk dengê xwe bilind bikin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkîlkarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyawî yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye: “

“Wekî tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de li hemberî gerîlayên PKK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Ev pêla êrişê ya dawî, di heman demê de êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Li hemberî van êrişên qirkirinê jî gerîlayên azadiyê bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Artêşa Tirk, ruxmê ku teknîka herî bilind a cîhanê li hemberî gerîla bikar tîne jî nikare îradeya gerîlayan bişkîne. Berevajî armancên xwe, artêşa Tirk li ber berxwedana gerîla li ber têkçûnê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, li gel teknîka bilind her cûre çekên qedexekirî û çekên kîmyawî bikartîne. Li gor encamên şer ku Navenda Parastina Gel ragihandiye raya giştî, dewleta Tirk di nav van 6 mehan de derdora 2500 caran bi çekên kimyewî an jî çekên qedexe êrişê hêzên gerîla kiriye. Bi taybet di demên dawî de êdî rojane çekên kîmyewî bi kar tîne û tenê di 2 mehên dawî de 17 gerîlayên azadiyê bi van çekan, bi awayek hovane hatine qetilkirin.

Êriş li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike

Ev êriş li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike. Heya niha hêzên navneteweyî û saziyên eleqeder, derbarê vê mijarê de ne tu lêkolîn dane destpêkirin ne jî daxuyaniyek dane. Lê hêzên gerîla, derbarê van sûcên mirovahiyê de gelek dîmen û belge bi raya giştî re parve kirin, sûcên şer bi dîmenan îsbat kirin. Li ser vê esasê hin sazî û kesayetên serbixwe, ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî xwestine derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û biçin qadên şer. Lê vê carê jî PDK’ê rê li ber lêkolîna van şandeyan girt û bi vî awayî xwest sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker veşêre. Ji ber vê rastiyê, PDK’ê jî hevkarê van sûcên mirovahiyê ye û di şehadeta gerîlayan de berpirsyar e.

Sûcê mirovahiyê dike

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla şerekî adilane nameşîne, şerekî kîmyawî dimeşîne, sûcê mirovahiyê dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên pêwendîdar û dewleta Iraqê jî rê li ber berdewamiya van êrişan vedike û cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.

Em wekî civaka Êzidî, êrişên li ser hêzên gerîla wekî êrişên li ser hemû mirovahiyê dibînin. Û bi taybet jî wekî êrişên li ser civaka Êzidî dibînin. Ji ber ku em baş dizanin, gerîlayên azadiyê ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê, hemû gel û baweriyan li ber xwe dide. Gerîlayên azadiyê, bê ferq û cûdahî heya niha xwe gihandine hawara hemû gel û baweriyan. Civaka Êzidî vê heqîqetê di fermana 2014’an de bi her awayî dît û nas kir.

Îro berpirsyariya me ye ku em rê li ber van êrişên bi çekên kimyewî bigirin

Gerîlayên azadiyê di rojên fermanê de, di rojên qirkirinê de xwe gihandin hawara me. Îro jî li ser gerîlayên azadiyê êrişên qirkirinê hene. Îro jî berpirsyariya me ye ku em rê li ber van êrişên bi çekên kimyewî bigirin. Çawa ku gerîla civaka Êzidî parast, îro jî erka me ye ku em gerîlayên azadiyê bi hemû hêza xwe biparêzin. Em bang li hemû Êzidiyan dikin ku, li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk hemû hêz û derfeta xwe bikin nav tevgerê. Ji Şengalê heya Ewropayê hemû Êzidî pêwîst e bi yek dengî û yek dilî li dijî van êrişan rabin. Em baş dizanin ku parastina gerîlayên azadiyê parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye.

Banga ji bo civaka navneteweyî

Her wiha di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) em bang li hemû hêzên navneteweyî, saziyên eleqeder dikin ku li hemberî sûcen mirovahiyê yên artêşa Tirk dengê xwe bilind bikin. Lazim e saziyên NY û saziyên eleqeder derbarê bikaranîna çekên kimyewî de dest bi lêkolînan bikin. Bi taybet dewleta Iraqê lazim e li hemberî êrişên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kimyewî bi erka xwe rabe, van êrişan bike rojeva xwe û gavên pêwîst bavêje. Lazim e dewleta Iraqê dîroka xwe ji bîr neke ku ji ber çekên kimyewî ewçend êşên mezin hatin jiyan kirin, gelên Iraqê hê jî ew rojên kimyewî ji bîr nekirine.

Em wekî civaka Êzidî û gelên Şengalê bi hemû hêz û hezkirina xwe li gel gerîlayên azadiyê ne. Dilê me bi gerîlayên azadiyê re ye û ji bo rê li ber van êrişên qirkirinê were girtin, emê jî bi hemû hêza xwe di nav tevgerê de bin. “

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button