KCK: Emê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ew ê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin. Hevserokatiya KCK’ê bang li hemû mirovahiyê jî kir ku xwedî li Êzidiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya 7 salan roja 3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê êrîşeke qirkirinê bir ser Şengalê ku weke navenda Êzidiyan e. Bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û keçên Êzidî revandin. Hê jî tu agahî ji hezaran keçên ciwan û jinan nayên girtin. Em bi hezaran Êzidiyên di van êrîşên qirkirinê ku Êzidî wekî Fermana 74’an pênase dikin de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînin, soza xwe ya rizgarkirina bi hezaran jin û keçên Êzidî yên hatine revandin careke din tînin ziman.

3’yê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê qirkirina Êzidiyan pêk anî. Hêzên ku ji bo parastina Êzidiyan erkdar bûn, li hemberî vê êrîşa qirer erka xwe bicîh ne anîn. Êzidî bi pencên qirkirinê re rû bi rû hiştin. Rêber Apo demek kurt beriya êrîşa DAIŞ’ê, hişyarî dabû ku êrîşî Êzidiyan bê kirin, perspektîfa parastina Êzidiyan dabû. Li ser vê yekê komeke gerîla ya ji 12 kesan pêk tê, ber bi Şengalê ve ketibû rê. Hinek ji vê koma gerîla, ji aliyê hêzên PDK’ê ya li Şengalê ve hatibûn girtin. Gerîlayên din, li hemberî êrîşa DAIŞ’ê di demeke kurt de, li Şengalê nûqteyên stratejîk girtibûn û nehiştin ku qirkirina Êzidiyan temam bibe. Ne tenê bi temamî Êzidî ji qirkirinê rizgar kiribûn, wê demê rûmeta Iraq û PDK a li Şengalê jî hebûn rizgar kiribû; pêşiya wê girtin ku nekevin bi barekî giran.

Mafekî bingehîne ku Êzidî bibin xwedî erka xweparastinê

Eger ku 12 gerîlayan pêşiya êrîşa qirkirinê girtibe, bi hezaran ciwanên Êzidî bi ruhê Derwêşê Evdî ev êrîş têk biribe, Êzidî ji qirkirinê rizgar kirine. Encama ku ji vê yekê bê derxistin eve; ji ber ku Êzidî ne xwedî xweparastin û xwerêberiyê bûn, ev êrîşa qirker pêk hat. Di vî warî de Fermana 74’an nîşan da ku xweparastin û xwerêveberiya Êzidiyan mafê herî bingehîne. Nebûna xwerêveberî û xweparastinê ya Êzidiyan, bêmafiyeke herî mezin e, destpêkê jî bêwijdanî ye. Ev êrîşa qirker û firotina bi hezaran jinên Êzidî ya li sûkên koleyan, hemû mirovahî kiriye deyndarê Êzidiyan. Ev deyn jî bi nasîna xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan pêkan dibe.

Parlementoyên Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê, êrîşa 3’yê Tebaxê ya DAÎŞ’ê û qetlîam pêk anî, weke qirkirin qebûl kirin. Ev biryar girîng in. Lê divê bêjin ku kêmanî jî heye. Divê ji bo carekî din ferman û qirkirin pêk neyên çi bê kirin? divê ya girîng bersiva vê pirsê bê dayîn. Di vî warî de yên ku ev biryar girtine, ji bo xweseriya Êzidiyan divê kar bikin.  Ev ramana siyasî ya xweser divê bê ku ferq û cudahî bixe nava eşîret û cudabûnê, divê xweseriya hemû Êzidyan hebe. Heta divê ji bo vê xweseriyê nûnerên ji gel û baweriyên din jî hebin. Lê ya esas sîstemeke demokratîk azadiya bawerî û rêveberiya xweser a Êzidiyan pêk bîne hebe.

Hê jî xebatên nenaskirina vîna Êzidî û li ser wana bûna desthilat û serwer heye. Ev bêwijdanî û bêexlaqî ye. Divê li ser Êzidiyan ne karekî siyasî, ne jî li ser wan otorîteriyek bê sepandin. Êzidî dewletê naxwazin, naxwazin bibin desthilat jî; sîstemekî xweser a rêbazên demokratîk lê hene dixwaze. Êzîdxaneke wiha li Iraqê û Başûr Kurdistanê rûmetê bide qezençkirin.

Bila tu kes nebêje ku Êzidî çima hez ji Rêber Apo, heskirinekî taybet a wan a ji bo gerîla nîne. Rêber Apo di tevahî têkoşîna siyasî de xwestiye ku nasname û baweriya Êzidiyan azad be. Li ser vê bingehê xizmetên mezin ji bo Êzidiyan kiriye. Ji bo pêşdarazên li hember Êzidiyan bide şikandin, kedekî mezin daye. Berî fermana 73-74’an PKK di mijara parastina Êzidiyan de hişyar kiribû. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG/YJA Starê hem ji qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa ji roja şervanên YPG/YPJ’ê bi hewara şengalê çûbûn, li dijî DAÎŞ’ê xwe kiribûn bend. Êzidî wê Rêber Apo yê xwedî hişmendî nêzîkatiyeke wiha hez jê bikin. Wê girêdayî Rêbertiyeke wiha bin. Wijdan û wekhevî vê dixwaze. Ji ber ku Êzidî xwedî wijdan in, xwedî li Rêber Apo derdikevin.

Gerîla li dijî DAÎŞ’ê sekin, gelek şehîd da, Êzidî parastin. Bi sedhezaran ji qirkirina DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xwedîderketin û hezkirina gerîla, pêwîstiya edaletbûnê ye. Ji bo vê bila kes nebêjin çima Êzidî hez ji gerîla dikin. Ji xwe vê heskirin û girêdanê nîşan neke, şaş e.

Gerîla piştî ku Şengal rizgar kir, di warê leşkerî de ciwanên Êzidî perwerde kirin û ji Şengalê vekişiyan. Êdî ciwanên Êzidî Şengalê diparêzin. Meclîsên xwe jî bi xwe birêve dibin. Li şûna ku her kes ji vê yekê spasdar û memnûn be, ji ber zextên dewleta Tirk a pêşengê dijminê gelê Kurd e, neqebûlkirina xwerêberî û xweseriyê neheqî û bêwijdaniyeke dîrokî ye.

Di salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de, soz didin ku em ê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin; di wê baweriyê de ne em ê tolhildana jinên Êzidî li ser xeta azadiya jinê, bi gihandina xweseriya demokratîk a Şengalê bistînin; bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li Êzidiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button