Li ser rewşa dawî ya Şengalê civîna gel pêkhat  

Li kampa Serdeştê ku li qontarên çiyayê Şengalê ye, îro civîna gel hebû. Di civîna ku li ser rewşa dawî li Şengalê hate lidarxistin de peyama girîngiya hebûna hêza parastina cewherî ya Şengalê hate dayîn û daxwaza beşdarbûna bi hêz bo civîna sibê li Sinûnê pêkbê hate kirin.

Ev demeke artêşa Iraq û PDK peymana ku navbera Hewler-Bexda de îmze kirine li ser Şengalê dixwazin ferz bikin. Li hemberî zextên hikûmeta Iraq û PDK berxwedaniya civaka Êzidî jî asta jor de berdewam dike. Civaka Şengalê bi israr dibêje ew peymana 9’ê Cotmehê ku hemû destkeftiyên civaka Êzidî dike hedef nas nakin û xwestin dawî li van zextan bên anîn.

Bi vê boneyê li qontarên çiyayê Şengalê, li Kampa Serdeştê îro civîna gel hate lidar xistin. Civîn dibin konekê de hate pêkanîn bi beşdariya şênî û rêveberiyên saziyên li kampê.

Civîna ku bi deqeyek rêzgirtin bo bîranîna şehîdên Şengalê û tekoşîna azadiyê dest pêkir ji aliyê Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen û Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve hate birêve birin.

Di destpêka civînê de Riham Hesen bal kişand ser geşedanên dawî ku li Iraq û Şengalê rû didin û got; “Çawa ku li 74 fermanan de berxwedanî hate kirin cardin biryarbûna berxwedayînê tê dayîn û cihekî ku herî zêde berxwedanî hatiye nîşandan jî ev çiyane, ev dere, serdeşta çîyayê Şengalê ye. Çawa ku 18’ê mehê artêşa Iraqê xwest ser Asayîşa Êzidxan de bigre û tine bike, lê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hewil hate dayîn bi rêya diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin. Ji ber di serî de em dibêjin pirsgirêkek me bi hikûmeta Iraqê re nîne. Hêzên me jî ne li dijî hikûmeta Iraqê hatine avakirin, bo li dijî DAIŞ û dijminên civaka me hatiye ava kirin. Her çendî me got em Iraqîne jî, me xwest em wek civak bê naskirin û hewilda diyalogê esas bigrin, lê belê mixabin şer girantir kirin û diyalog pêşnexistin. Bi tank û topan êrîşî Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev hêza ku îro dijî me tînin vê derê heger dema êrîşa çeteyên DAIŞ li hemberî me kirî anî bana û bidana şerkirin, wî demî DAİŞ dişkest. Pêdivî bi YBŞ û asayîş jî nedima. Me yê gotiba hêza me ya parastinê heye, ya Iraqê ye û me vana ava nedikir. Peymana 9’ê Cotmehê ku bi piştgiriya Tirkiyê îmze kirin, wî demî biryara tinekirina civaka me xistin bin biryarê. Tîfaqa 9’ê Cotmehê tê wateya cardin pêkanîna fermanên nû.”

Banga beşdarbûna çalakiyan hate kirin

Piştî Riham Hesen, Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico jî axivî û bal kişand ser ku yê sibê meşek girseyî bê lidarxistin. Hiço bangawazîya beşdarbûnek bi hêz bo çalakiyê kir û wiha pêde çû; “Em xwedî li wê çalakiyê derkevin. Divê em erd û ezman bihêjînin da ku herkes gûh bide me. Rojava bi sed hezaran beşdarvanan bo me dimeşe, em çima bo xwe nemeşin. Serkeftin yê ya me be. Em tinê xwe di vê de qane bikin.”

Jina ciwan Emîra Şengalî jî ku di civînê de amade, nêrînên xwe anîn ser ziman û da zanîn ew naxwazin Asayîşa Êzidxanê bê hedef kirin û got ew heya dawî li pişt Asayîşa xwe ne.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button