Ji dengê Şehîd Dixtor Muhlîse pîroziya xizmeta Şengalê  

Dixtor Muhlîse Sîdar ku di komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat de şehîd bû, dema hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê terka Êzidiyan kiribû, berê xwe dabû Şengalê. Şehîd Muhlîse ku bi keda xwe di dilê Êzidiyan de hêlîn çêkir, di peyamek xwe de gotibû: “Em karekî gelekî pîroz dikin. Pêwîste em xwesteka Mam Zekî pêk bînin.”

Dixtor Muhlîse Sîdar li Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê xizmeta tenduristiyê ji bo gelên Êzidî û Ereb dida. Di 17’ê Tebaxa 2021’an li 12 hevalên xwe yên li avahiya nexweşxaneyê bûn hedefa bombeyên balafirên dewleta Tirk a dagirker. Di bombebaranê de Dixtor Muhlîse Sîdar, li gel 3 endamên din ên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê ku dihatin dermankirin, şehîd bû.

Dijî fermanê ji Şirnexa berxwedêr berê xwe dide Êzidxanê

Dixtor Mûhlîse Sîdar di sala 1996’an li bajarê Şirnexê yê herêma Botana berxwedêr a Bakûrê Kurdistanê di nava malbatekê welatparêz de ji dayîk dibe. Zordariya dewleta Tirk, zext, êrîş, komkûjî û îşkenceyên li ser gelê Kurd tên meşandin, bala wê dikişîne, hêrsa wê bilind dibe û dixwaze li gorî hêza xwe din ava têkoşîna Kurdan de cîh bigire.

Dema ku 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, Muhlîse, bi hestên xwe yên wîjdanî berê xwe dide Şengalê.

Hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê Êzidî di nava pençeyên hoveberan de hiştin reviyan, lê Muhlîse bi hawara Êzidiyan çû û destê alîkariyê dirêj kir. Di demeke ku êrîş, kuştin, birîndar bûn, koçberî, nexweşî, tîbûn û birçîbûn pir zêde bû de, Muhlîse di nava karwanê tenduristiyê yê Şengalê de cîh girt û xizmeta tenduristiyê ji bo civaka Êzidxanê kir.

Bi fedakarî û dilnizimiya xwe bu hezkiriya Êzidiyan

Dixtor Muhlîse di 7 salan de hem bi xebata xwe ya bênavber a tenduristiyê hem jî bi kesayeta xwe ya sade, dilnizim di nava dilê civaka Êzidiyan de hêlîn çêkir. Bi taybetî di nava jinên Şengalê de cihekî girîng girtiye.

Dixtor Muhlîse di nava xebatan de hem xizmeta gel dike, hem jî, pisporiya xwe kûrtir dike. Bi vê mebestê di sala 2017’an tevlî perwerdeyek pisporiyê ya tenduristiyê dibe û belgeya pisporiyê digire.

Nirxandinên Şehîd Dixtor Muhlise Sîdar

Şehîd Dixtor Muhlîse Sîdar di dîmeneke ku beriya niha hatiye kişandin de, li ser hatina xwe ya Şengalê ev axaftin kiribûn: “Dema ez hatim Şengalê şer û berxwedanî hebû. Min bi hevalên wekî Şehîd Întîqam, Şehîd Şingal, Şehîd Koçer, Şehîd Ekîn re jiyan kir. Şehîd Şingalê Êzidî xwedî kesayet hêja bû,  min ji xwe re mînak digirt. Wek ciwanek Êzidî taybetmendî û zanebûna Şehîd Şingal mirov keyfxweş dikir. Mirov li sekna kesayetên wekî Mam Zekî û Zerdeştan mêze dikir û ji wan hêz digirt. Xeyala Mam Zekî ya ku ji bo pêşxistina civaka Êzidî di nîvê de ma. Pêwîste em xwesteka Mam Zekî pêk bînin.”

‘Eger xwestek nebe, mirov nikare karê xwe pêş bixe’

Li ser pîroziya karê ku dimeşand jî Muhlîse Sîdar ev nirxandin kiribûn: “Karê ku em niha dimeşînin karêkî pir pîroz e, herkes nikare bimeşîne. Pêwiste bi xwestek were meşandin. Eger di vî karî de  xwestek nîn be mirov nikare pêş bixe.”

ROJNEWS/HÊJAR AVESTA

 

 

Show More
Back to top button