Dewreya perwerdeyê ya Asayîşa Êzdîxanê bidawî bû

Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Baz Mordem a li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê ya ji bo 20 endamên fermandariyê bi merasîmek leşkerî bidawî bû. Di merasîmê de hate diyarkirin ku Şengal di rojên dîrokî re derbas dibe û pilanên dijmin li ser civaka Êzidî dewam dikin, lewma perwerdekirin û rêxsitin bûna civakê beriya her tiştekê ye.

20 Endamên fermandariya Asayîşa Êzdîxanê ji bo pêşxistina kar û xebatên asayîşê ji bo rêvebirina herêman û pêşxistin dîsiplîna leşkerî dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Baz Mordem li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê bi dawî kirin.

Ji hemû deverên Şengalê endamên di asta rêveberiya Asayîşê de ji bo birêvebirina asayîşê tevlî perwerdeyê bûn. Di dewreya ku 40 rojan dewam kir de, li ser dîroka Êzdîxanê, erk û berpirsiyartiya li ser ciwanên Êzidî ji bo parastine herêmê û displîna leşkerî wane hatin dayîn.
Dewreya Perwerdeyê bi merasîmek leşkerî li Komlgeha Duhla ya Şengalê bi dawî bû.
Di merasîmê de Hevserokê Desteya rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm axivî. Di serî de dewreya perwerdeyê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got; “Di vê demê de ku 20 endamên fermandar perwereya xwe bidawî kirin, ev ji bo civaka me û tevahiya gelê Şengalê pir girînge û pîroze. Dema ciwanên Êzidî xwe li ber parastina herêmên xwe de berpirsiyar bibînin û di perwerdeyên wiha re derbas bibin ev serkeftineka mezine ji Êzdîxanê re. Eger di dema fermana 3’yê Tebaxê de 20 ciwanên weke we perwerdekirî hebana li ser fikrekî paqij ê weke Rêber Apo wê civaka me hewqas bedel nedayan, keç û dayikên me wê neketiban destê çeteyan de. Li vî cihê em lêne DAIŞ’ê ji vê komalgehê dest bi hovîtiya xwe kir, li vir kalên me şewitandin.”
Îbrahîm wiha domand; “Em di sedsaliyekê de ne, her alî û civak xwe ji bo vê sedsaliyê hazir dike. Dijminê me jî ji niha de xwe amade dike û dema derfet bibîne ewê axa Şengalê dagir bikin. Lê madem ciwanên Êzidî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxisitn kirine wê dijmin êdî nekaribe yek gavê li ser axa me bavêje.”
‘Serkeftin êdî misogere’

Heso Îbrahîm bal kişnad ser gotina Şehîd Zerdeş ku digot, “Bila dayikên me rehet razin êdî fedayên Tawûsê Melek hene” û wiha dewam kir: “Hemû fermandar û şervanên me pêwîste ji her êrişeka ku li ser civaka me pêk were re amade bin. Barê dikeve ser milê we jî girane, her kesek ji we wê êdî li herêmekê bi erka berpirsiyartiyê rabe. Madem ciwanên me ji bi parastina axa xwe hazirin êdî serkeftin misogere.”
Piştre fermandarên di perwerdeyê re derbas bûne li ser bîr û beweriyên Êzdîtayê son xwarin û merasîm bidawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button