Jinên Êzidî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi 2. kongreya xwe ve diçin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) wê dîroka salvegera 7'emîn a rizgarkirina Şengalê de 2'emîn Kongreya xwe lidar bixe.

Şengal – Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinên Êzidî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) birêxistin û perwerde kirin. Ruxmê tevahî êriş û pilanên tunekirina civaka Êzidî, jinên Êzidî yên li hember tevahî êrişan bi rêxistinbûn û hêza xwe bersivên pêwîst dan polîtîkayên dagirkirina li ser xak û hebûna xwe bi dirûşmeya ‘Emê xwe ji fermanan biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’ dê di 13’ê Mijdarê ango 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de 2’yemîn Kongreya TAJÊ lidar bixin.

‘Dê kongre bibe bersiv ji fermanan re’

Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel a bal kişand li ser girîngiya lidarxistina 2’emîn Kongreya TAJÊ, destnîşan kir ku ev kongre wê bibe bersiva hemu polîtîkayên ku li ser civaka Êzidî tê xwestin bê meşandin û wiha pêl da axaftinên xwe; “Di vê demê tevahî êrişên ku li ser civaka me çêdibin em weke berdewamiya fermanan dixwînin ji bo wê jî weke tevgera jin em bi rêxistin bun û xwe bihêz kirinê bersiva tevahî êrişan didin.”

Niam Bedel a bibîr xist ku ew bi taybetî ji bo lidarxistina kongreyê 13’ê Mijdarê hilbijartine, got, “Em weke jinên Êzidî bi biryardariya dawî anîna fermanan wê kar û xebatên xwe mezintir û berfirehtir bikin.” û hemû jinan vexwend kongreya 2’emîn a ku 13’ê Mijdarê dê bê lidarxistin.

Show More
Back to top button