Hevserokê MXDŞ’ê bang kir: Pêwîste hemû saziyên Şengalê seferber bibin

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bang li hemû sazî û rêxistinên Şengalê kir daku ji bo hilbijartinê seferber bibin û got: "Em hêza herî xurt ya li Şengalêne, çarenûsa wê diyar dikin û xwediyê wêne. Eger hemû saziyên me yên medenî û leşkerî dest bidin hev û sefer bibin, emê bikarin hilbijartinên encûmena parêzgehê û heta ya parlementoyê jî qezenc bikin, heta karê Şengalê ji dest bê wijdanan derbixin."

5 roj ma ji hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê re ku biryare 18’ê Kanûnê were was lidarxistin. Rêveberiya Xweser jî bi çar namzetan ji lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinên parêzgeha Mûsilê dibe. Namzetê herî li pêş yê PADÊ Qasim Keşko ye. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo bi rêya ajansa me, banga çûyîna ser sindoqan û piştgirîdayîna namzetên PADÊ li xelkê Êzidî û hemû xelkê Şengalê kir.

‘Cara din 3 kes li ser hesabê Êzidiyan şandin parlementoyê’

Nayîf Şemo dazanîn kesên heya niha li ser hesabê Êzidiyan hatine hilbijartin, ne bi xwesteka gel bûne û got: “Weke civaka Êzidî mafê me jî heye, em tevlî hemû proseyên demokratîk yên Iraqê bibin. Herkes namzetên xwe dihilbijêre, lê em weke xelkê Êzidî timî li pey pariyê xelkêne. Cara din 3 kes li ser hesabê civaka Êzidî şandin parlementoyê, lê dibe ew kesane bi dilê yek Êzidiyeke Şengalê nebe.”

‘Vê fersendê ji dest nedin’

Nayîf Şemo rexneyek li civaka Êzidî kir û wiha pêde çû: “Em timî gazindê ji hikûmeta Iraqê dikin û dibêjin tiştek ji me re nake. Lê niha fersend hatiye ber deriyê me, divê em vêya binirxînin û ji bo xwe kar bikin. Eger me vê carê jixwere nekir, divê em êdî gazindê ji ti kesî nekin.”

Banga li sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi rêya ajansa me bang li hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser kir, ji bo hilbijartinê seferber bibin û wiha axivî: “Banga min ji hemû xelkê me yê Êzidî û Şengalê giştî re heye, vê carê dengê wan vala neçe. Em bang ji rêxistinên xwere jî dikin, ev fersenda taliye ji me re, divê hemû seferber bibin.”

Şemo ji herkesê xwest bi wijdan tevbigere û wiha pêde çû: “Em dibêjin ev kar ferze li ser me û divê herkes bi wijdan kar bike. Her kî li gel rêxistina me ye, divê bizane dema ji bîrekî av vexwar divê wê avê helal bike. Divê saziyên me yên medenî û leşkerî di vê mijarê de dest bidin hev û seferber bibin.”

‘Eger hilbijartinên encûmenê qezenc bikin, emê ya parlementoyê jî qezenc bikin’

Nayîf Şemo dazanîn, Rêveberiya Xweser xwediyê Şengalê ye û got: “Em hêza herî xurtin li Şengalê, çarenûsa Şengalê diyar dikin û xwediyê wêne. Pêwîste em vê carê encamek bidest bînin û serkeftinê bînin. Eger em vê carê kursiyek ji encûmenê bidest bixin, emê bikarin sibe di hilbijartinên parlementoyê de jî encam bidest bixin û êdî mûhtacê kesê nebin. Emê bixwe karên Şengalê birêve bibin. Emê karê Şengalê ji destê bê wijdanan derbixin.”

 

ŞENGAL –ROJNEWS

14/12/2023 

Show More
Back to top button