Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê ku ji 39 malbatan pêk tên.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq diyar kir ku piştî tedbîrên locistîkî û ewlehiyê bi hevkariya navenda krîzan ya li Herêma Kurdistanê û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan veger pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku berê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rê nedida ji wargehên li Hewlêr û Dihokê koçber vegeirn li ser warên xwe. Ev astengiyên PDK’ê bûbûn serdama fikarên koçberan.

Rojnews-Şengal

Show More
Back to top button